23:54 20 Mijdar 2017
Zindî
    Hêzên Hevpeymaniya dijî DAÎŞ

    Amerîka balafirên F16 dide Iraqê û kurd jî jê dilgiranin û tirsa wan heye

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 2301

    Di rojên cejna Remezanê de Hikumeta Amerîka li gor wê girêbesta ku ligel Hikumeta Iraqa Federal a di dema serokwezîrtîya Nurî Malikî de îmza kiribû, 4 balefirên şer ên cureyê F16 dide artêşa Iraqê.

    Helbet  Serokatîya Herêma Kurdistanê gelek hewl dan ku bawerîyê bo îdareya Amerîka çê bike, ku artêşa Iraqê wan balafiran wê li dijî  kurd û sunneyan bikar bîne. Lê xuya ye ku Amerîka guh neda daxwaza kurdan û ew balafir dane artêşa Iraqê.

    Şaxewan Ebdullah parlamenterê kurd û biryarderê lîjneya ewlehî û berevanîyê di Parlamentoya Iraqê de xuya kir ku di rojên cejnê de, Amerîka çar balefirên ji cureyê F16 ku balafirên herî pêşketî yên şer in, dane artêşa Iraqê.
    Herweha  Şaxewan Ebdullah bo Sputnîk Kurdistan ragihand, ku kurd û erebên sunne tirsa wan ji van firokeyan heye ji ber ku artêşa Iraqê ta niha artêşeke niştîmanî nîne û çêdibe rojekê  wan firokeyan li dijî kurd û sunneyan bikar bîne, wek ku di dema kabîneya Malikî de çekên giran anîn ku li dijî hêza pêşmerge li navçeyên Kerkûkê bikar bîne û li dijî hin navçeyên Sunneyan jî bikar anîn.

    Şaxewan Ebdullah her weha  got: ``Emê wek nunerên Kurd di Parlamentoya Iraqê de ji nûnerên amerîkî re metirsîyên xwe nîşan bidin``. Şaxewan  Ebdullah dîyar kir ku li gor girêbestekê, Amerîka wê 36 firokeyên F16 bide Iraqê. Ev firoke ji cureyê firokeyên şer ên herî pêşketî ne û dikarin kartêkirinên mezin li ser guhertina qad û meydana şer bikin, bi taybetî şerê niha li dijî DAÎŞ`ê li parêzgeha Enbarê.

    Biryarderê lîjneya ewlehî û berevanîyê amaje bi wê yekê kir, ku ew firokevanên ku biryare firokeyên F16 bikar binin ji tevnetewe û pêkhateyên Iraqê ne û kurd jî tê de cih digirin û kurê fermandeyê giştî yê Hêzên Esmanî yên Iraqê ye binavê Mihemed ku kesekî kurd e meşq û rahênan li ser çawanîya bikaranîna wan firokeyan li Amerîkayê kirine û niha wê li Iraqê  şer pê bike, lê ya ku cihê daxê ye niha rêjeya kurd di nav rêzên artêşa Iraqê de yek ji sedê ye ku pêwîst bû bêtirî bîst ji sedê baya û em weha pêşbînî dikîn ku di pêşerojê de kurd wê di artêşa Iraqê de kêmtir bibin û ji postekên wan bihên dûrxistin.

    Sebaret   xanenşînkirina Serokerkanê Artêşa Iraqê Babekr Zêbarî ji alîyê serokwezîrê Iraqê ve, Şaxewan Ebdullah got: ``Ew yek liser daxwazya Babekr Zêbarî pêk hatîye û ew post mafê kurda ye û niha me namzedeke  din ji bo serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêşkêş kirîye ku cihê Babekr Zîbarî bigire``.

    Bi heman mijarî:

    Pere Hewlêr û Bexdayê ji hev dûr dixin
    Eşwaq Caf: `Hewlêr derfeta dawî dide Bexdayê`
    Kîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûrtir dibe
    Serpereştiyarê “sereke” yê teqînên Hewlêr û Kerkûkê hat girtin
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    Gelo Waşîngton-Enqere-Hewlêr hevpeymaniyeke nû ye?
    Bexda û Hewlêr nêzî hev diibin
    Etîketan:
    F16, Iraq, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de