03:04 25 Mijdar 2017
Zindî
    Racî Bîlîcî

    Racî Bîlîcî: ‘DAÎŞ bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne’

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4202

    Serokê Komeleya Mafên Mirovan ya Amedê Racî Bîlîcî got ku êrişa li Pirsûsê li ser gelê sivîl hatiye kirin li himberê hemû parazvanêт mafên mirovan hatiye kirin.

    Racî Bîlîcî anî ziman ku ev bomba taybetî di nav kesên aştîxwaz de hat teqandin û armanca vê êrişê  ew e ku  yên alîkarî bidin mafên gelan, yên ku dixwazin mafên gelan, ên şexsî û civakî biparezin, yên ku dixwazin aşitiyek bi rûmet, jiyanek azad û serbixwe pêk were, ev bomba  li dijî wan hat teqandin. Bîlîcî da xuya kirin ku ev êrişa hovanê li hemberî hemî gelan e û wiha peyîvî: ‘’ Kesên ku wisa bomba di nav gelê sîvîl de diteqînin naxwazin ku di Rojhilata Navîn de aşitî, azadî û wekhevî çê bibe. Ev êrîş li himber mafê mirovan hatiye kirin û divê  hemû sazî, dezgeh, partî û hemû dewlet  vê tehdita mezin bibînin û rexne bikin û li gor vê awayê politikaya xwe bi rê ve bibin.’’

    Bîlîcî got ku  DAÎŞ  bi aweyekî eşkere alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne. DAÎŞ  ji her awayî ve alikarî ji dewleta Tirkiyeyê distîne. Divê  Tirkiye dev ji vê politikaya xwe ya qirêj berde. Divê Tirkiye tekoşina ku li Rojava pêk tê, qabûl bike û  bi hevdîtin û danustandinan pêvajoya çareseriyê  pêş ve bibe.’’

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Etîketan:
    Komkujî, Pirsûs, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de