17:50 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê êdî nema dibe hêsîrê di destê Bexdayê de û wê bi xwe arîşeyên xwe çareserbike.

    Herêma Kurdistanê êdî nefta xwe nade Bexdayê û bixwe difroşe.

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser vê yekê got, mixabin hikûmeta Iraqê sozên ku dabûn Kurdistanê bicîh nanîn û diyar kir, gerek di heyama 6 mehan de 6 milyar dolar bida Kurdistanê, lê tenê milyarek û 800 milyon dolar şand, ev jî têra Kurdistanê nake.

    Sefîn Dizeyî anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina mûçe û debara welatiyên Kurdistanê, biryar daye bixwe nefta xwe bifroşe û got, dibe ku ev rewş heta çend mehan normal û baş bibe.

    Li gorî amarên Hikûmeta Kurdistanê, Hewlêrê ji 1-ê Tîrmehê ve heta niha nêzîkî 11 milyon bermîl petrol firotiye û ji bo ku pêwendiyên wê bi Bexdayê re jî bi temamî qut nebe, nîv milyon bermîl jî daye şîrketa iraqî ya SOMO.

    Hinek siyasetmedar û rayedarên Iraqê jî ne razîne ku Herêma Kurdistanê bi serê xwe nefta xwe difroşe. Ew dibêjin, madem Kurdistan wiha dike bile ji Iraqê cuda bibe.

    Bi heman mijarî:

    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de