08:02 24 Îlon 2017
Zindî
    DAÎŞ`ê êriş li Kobanîyê kir

    Kobanê bûye goristana DAIŞiyên lîbî

    © AFP 2017/ STRINGER
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 86 0 0

    Çekdarên DAIŞê li ser malperên civakî belav dikin ku, 16 çekdarên wan ên ji welatê Lîbyayê li Iraq û Sûriyê hatine kuştin, ku 8 ji wan li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin.

    Li gorî agahiyên ku çekdarên DAIŞê bi xwe belav kirine, di şerê dawî yê di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de li Kobanê 8 çekdarên DAIŞê yên lîbî hatine kuştin û termên wan jî ketine destê şervanan.

    Li gorî heman agahiyan ew çekdarên lîbî, par tevlî DAIŞê bibûn û di gelek şeran de beşdar bûne, herwiha hinek ji wan demekê li bajarê Mûsilê yê Iraqê jî mane û piştre çûne Sûriyê.

    Navê wan çekdarên lîbî ku li Kobanî hatine kuştin:

    1- Elhebîb Ebû Nofel Lîbî

    2- Ebû Rîhane Lîbî

    3- Ebû Nesir Lîbî

    4- Hemadîhum Lîbî

    5- Elwelîd Lîbî

    6- Asim Terabulsî

    7- Cefurî Lîbî

    8- Dersîû Lîbî

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    DAÎŞ gefan li Çînê dixwe
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de