13:51 26 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê Sendikaya Kedkar û Tendûristiyê ya Amedê Ramazan Kaval

    Ramazan Kaval: ‘Armanca DAİŞ’ê ewe ku serkeftina gelê kurd bişkîne’

    © Foto: Ergul Gulnûş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5201

    Hevserokê Sendikaya Kedkar û Tendûristiyê ya Amedê Ramazan Kaval teqîna li Pirsûsê pêk hat nirxand û got ku DAİŞ çiqas li Rojava darbe bixwe û tek biçe, wê berê xwe bide ser kurdên bakur û çalakiyên qirêj û tirsonek di nav wan de pêk bîne.

    Ramazan Kaval anî ziman ku  li ser gelê kurd qetlîam her tim dubare dibin, ji bo vê jî ew wek Sendikaya Kedkar û Tendûristiyê ya Amedê amadekariyê wan her dem li nexweşxaneyan hene. ‘’Dema ev bûyer çêbû me komisyona xwe civand û amedekariyê xwe li Amedê çêkir. Doh em li Pirsûsê bûn,  li Pirsûsê me rapora xwe amede kir, niha  45 birindar li nexweşxaneyan hene, jiyana  5 kesan di  xeterê de ye. Heya niha 33 kes jiyana xwe ji dest dane. Kesên ku di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane, ji  tamamê rengên Tirkiyeyê pêk tên. Di nav gel de hêrseke pir mezin heye.’’


    Kaval da zanîn ku eger DAİŞ ji pergala Tirkiyê alîkarî nestîne nikare van êrişan pêk bîne. ‘’Tirkiye di warê lojistik de, di warê perwerdehiyê de û di  her warî de piştgirî dide DAİŞ e.  Xwîna mazluman dirjînin lê, em dibêjin;  ew xwîna tê rijandin, ew hovên ku vê xwinê dirijînin ewê di vê xwînê de bixeniqin. ‘’
    Kaval da xuyakirin, ji ber ku gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê serkeftinek mezin bi dest xistin, armanca DAİŞê  ewe ku serkeftina gelê kurd biperçiqîne. ‘’DAİŞ xwe di nav çar dewletan de li dar dixe û bi destê van çar dewletan çalakiyan pêk tîne. Şoreşa Rojava ji bo çar perçeyên Kurdistanê rêya azadiyê vekir. Serkeftina Kobanê rêyeka mezin ji azadiya Kurdistanê re vekir.  Tirkiyê vî tiştî naxwaze.

    Pergala Tirkiyê eger ku di warê lojistikî de,di warê perwerdeyê de, di warê sinor derbaskirine de alikarî nedana DAİŞ ê tu caran  DAİŞ nikaribû van çalakiyan li dar bixe.  DAİŞ çi qas li Rojava derbe dixwe û tek diçe, berê xwe dide ser kurdên bakur û çalakiyên qirêj û tirsonek pêk tîne.’’

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    DAÎŞ`îyên ewrûpî ji şertên jîyanê ne razîne
    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Etîketan:
    Pirsûs, Teqîn, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de