01:00 19 Tebax 2017
Zindî
    DAÎŞ

    `DAIŞ’ê li dijî Pêşmerge û YPG’e çekên kimyewî bi kar anî`

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Saziyên brîtanî Conflict Armament Research(CAR) û Sahan Research ku çekên li qadên şer tên bikaranîn eşkere dikin, daxuyandin ku DAIŞ’ê li dijî Pêşmerge û YPG’ê çekên kîmweyî bi kar aniye.

    Li gorî daxuyaniya van saziyan, di êrişên 22-23 hezîranê de DAIŞ’ê li dijî Pêşmergeyan çekên kîmyewî bi kar aniye.

    Li gorî raporta Conflict Armament Research(CAR) û Sahan Research’ê; di roja 28’ê hezîranê de rêxistana DAIŞ’ê  bi çekên kîmyewî êrişî bajarên Rojavayê Kurdistanê Hesekê û Kobanê kiriye. Êrişa DAIŞ’ê li bajaroka Tel Brak’ê pêk hatiye. YPG’ê diyar kiribû ku di vê êrişê de kes ne hatiye kuştin lê `bêhna maddeyeke zer û weke ku qeliyaye belav bûye`.

    Raporta Sahan û CAR-ê diyar dike ku testên li ser kesên di bin tesîra êrişa Tel Brak’ê de mane pozîtîf derketiye. Di lêkolînan de maddeyek hatiye destnîşankirin ku dişibe dermanên kêzikan.

    Conflict Armament Research(CAR) û Sahan Research diyar dikin ku maddeyên hatine destnîşan kirin taybetiyê xaza klorînê dihewînin.

    Conflict Armament Research’ê(CAR) berê jî raport amade kiribû, li gorî raportên CAR’ê hêzên Esad li dijî muxaleta Surîye’yê 54 caran çekên kîmyewî bi kar aniye.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Bêwa Xenesî: Kurdistan rojane nêzî 500 hezar bermîlên neftê dişîne bazarên cîhanê
    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?
    Kurdistan derbazî xwefînasekirênê bu
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    DAIŞ gefan li xelkê Bakûrê Kurdistan dixwe
    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Li Moskowa civîna bi mijara Kurdistan
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Yûra Nebiyev: `Kongreya Kurdan wê bibe pire di navbera Kurdistan û diyaspora de`.
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de