07:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de li gundekî nêzîkî Mûsilê derket, di encamê de 10 çekdar hatin kuştin.

    Îro danê sibê li eniya Herdanê li gundê Til Şorê yê Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin.

    Efserê Pêşmerge li wê eniya şer Ebdulxaliq Herkî li ser wî şerî ji Rûdawê re got, îro saet 05:30, li gundê Til Şorê çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin ji ber wê jî şerekî giran qewimî.

    Ebdulxaliq Herkî da zanîn ku ew şer derdora saetek û çarîkekê domkir, êriş hat şikandin û 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 2 Pêşmerge jî bi sivikî birîndar bûn.

    Efserê Pêşmerge diyar kir ku kuştiyekî DAIŞê ketiye destê Pêşmerge û got, wî çekdarê DAIŞê dixwest xwe di nav pêşmergeyan de biteqîne lê beriya ku nêzîkî çeperê bibe hat kuştin.

    Li gorî agahiyên efserê navborî, balafirên şer jî alîkariya Pêşmerge kirin û du cihên DAIŞê li nêzîkî gundê Til Şorê dan ber bombeyan.  


    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge êrişî DAÎŞê kir
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Zêbarî: Bexdayê ti astengiyek ji bo çekên Pêşmerge çênedikir
    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava
    Obama: Emê li ser çekdarkirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin
    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Hemwelatiyên biyanî jî dixwazin bibin Pêşmerge
    Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine
    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    Pêşmerge zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim ji destê DAIŞê derxist
    Balyozê Amerîkayê: Li Amerîkayê nerînek yekgirtî bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge heye
    Wezîrê bergiriya Amerîka: divê hemî hêzên Îraqî wek Pêşmerge bin
    Iraq bi redkirina proje yasaya pirçekkirina Pêşmerge `kêfxweş e`
    Alîkarê Serokwezîrê Belçîkayê: Ez şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê pir diecibînim
    Kongreyê DYA dixwaze çekan rasterast ji Hêzên Pêşmerge re bişîne
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de