11:23 21 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    Li Tilsiqûf 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Topxnayên Hêzên Pêşmerge li bakûrê Mûsilê, çeperên DAIŞ'ê yên li herêma Tilsiqûf bombebaran kirin û di encam de 20 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin.

    Topxnayên Hêzên Pêşmerge li bakûrê Mûsilê, çeperên DAIŞ’ê yên li herêma Tilsiqûf bombebaran kirin û di encam de 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin. Derbarê vê yekê de Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Spîlk Lîwa Tariq Silêman Hernî ji BasNews re got: ”Şeva borî topxaneyên Hêzên Pêşmerge, li gundên Filfil, Hesen Celad, Xelîl Hace, Kanî Şêrîn û Kevrokê ya herêma Tilsiqûf baregah û çeperên terorîstan bi tundî dane ber bombeyan.”

    Silêman Herî diyar kir ku li gor encamên hatine bidestxistin di bombebaranê de ziyanek mezin gehiştiye çekdaran û 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin. Hêjayê gotinê ye ku hêzên Peşmerge li hemû eniyên şer ên devrûberê Musilê, rojane çeperên DAIŞ’ê bombebaran dikin.

    Bi heman mijarî:

    Pêşmerge êrişî DAÎŞê kir
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Zêbarî: Bexdayê ti astengiyek ji bo çekên Pêşmerge çênedikir
    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava
    Obama: Emê li ser çekdarkirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin
    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Hemwelatiyên biyanî jî dixwazin bibin Pêşmerge
    Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine
    Etîketan:
    DAÎŞ, Pêşmerge, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de