16:38 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şewat

    Ciyayê Cûdî dişewite

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Li nêzîk gundê Herbûl a bajarê Şirnexê agir girte jingehê û ber bi çiyayê Cûdî ve çû. Agir her diçe belav dibe. Tenê li Herbûl 5 hezar darên fêkiyan şewitîne.

    Li nêzîk gundê Herbûl a bajarê Şirnexê agir girte jingehê û ber bi çiyayê Cûdî ve çû. Agir her diçe belav dibe. Tenê li Herbûl 5 hezar darên fêkiyan şewitîne. Roja borî li nêzîkê gundê Herbûl a Silopiya ser bi başarê Şirnexê agir girte jîngehê. Navenda Karûbarên Daristanan a Şirnexê bi çend wesayitên agirkuj destwerdan daku agir vemrînin lê agir berbi çiyayê Cûdî ve belav bû.

    Hate gotin ku şevê din li hindek deveran agir hatiye vemirandin lê jiber germa havînê li hind deverên din agir derketiye. Agir li herêmê zirarek mezin gehande giya û daran û her wiha beşek mezin ê darên gundê Herbûlê şewitîne. Ji bo pêşiya agir bê girtin xendek têne kolandin.

    Hevserokê Şaredariya Silopî Seyfeddin Aydemîr ji rojnameya Evrensel re axivî û ragehand ku agir ji ber topên leşkeran derketiye. Aydemîr da zanîn ku Herbûl gundek Suryaniyan e û di encama agirde heta niha 5 hezar darên fêkiyan li vî gundî şewitiye. Mûdûrê Navenda Agirkuştinê Mehmûd Olgun jî got: ”Çima dema agir li cihek din digre bi helîkopteran mûdaxele dikin, çima agirê li Cudî girtiye bi helîkopteran navemirînin?”

    Etîketan:
    Şewat, Cûdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de