12:37 25 Mijdar 2017
Zindî
    YPG

    YPG: DAIŞ li Hesekê û Til Berak çekên kîmyewî bi kar anî

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha hezîranê de çekên kimyewî li dijî hêzên wan û sivîlan li herêmên Hesekê û Til Berak bi kar anîne.

    Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê çekên kimyawî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine bi karanîn daxuyaniyek dan. Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye: “Çeteyên DAIŞ’ê di dawiya meha Heziranê ya 2015’an de çekên kimyawî li dijî çeperên YPG’ê û herêma sivîlan bi kar ani ye. Ji bo ev mijar weke zelal kirin, komek avakirin ji bo şopandin û lêkolînkirina bûyerê û bermahiyên çeka kimyawî, şahidên bûyerê yên ku rastî van çekan hatin karîbûn ku vê rastiyê bi dimen û wêne, axavtinên wan weke belge îspat bike.

    Îspat di destê me de li ser vê êrîşa hovane ya çeteyan heye. Lê ji ber derfetên me kêmin, me ne nekaribû madeya kimyawî ku ji aliyê çeteyan ve hatiye bi kar anîn nasbikin. Li ser vê bûyerê hîna lêkolînênin me berdewam dikin, ji bo coreyên van çekên kimyayê were zelal kirin.

    Di 28’ê hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê hinek topên kimyawî avêtin taxa salihiyê ya bajarê Hesekê, êrîş li dijî cihek ku hemû sivîl jiyan dikirin hate pêkanîn. Her wiha çekên kimyawî avêtin çeperên YPG’ê yên başûrê bajarokê Til Berak.

    Di encama top baranê de gazek zer bi bêhnek xurt mina pîvazên rizî ji topan derketin. Wextê ku top ket, cihê top lê ketine di cih de rengê zeytunî girt. Piştî ku tirêjên rojê li vê gazê ket rengê wê bû zerê zêr.

    Şervanên me yên ku rastî vê kimyayê hatin qirik, çav, pozê wan şewitîn, serê wan gêj dibû,  masûlkeyên(kas) laş bi giştî di êşiyan. Tevgera laş sist bû, lêhurbûna şervan kêmbû. Her wiha yên ku demek dirêj cihê bûyerê man di vereşiyan. Me hemû şervanên ku rastî êrîşê hatin rakirin nexweşxanê. Heman qirik, çav, ser qêjbûn û hwd ya şervanan berdewam dike. Bijîşkên nexweşaxaneya Şehîd Xebat ya leşkerî jî gotin: Ev madeya kimyawî ya hatiye bi karanîn, jehre.”

    Hefteyên derbasbûyî hêzên me maskeyên gazê li ser çeteyan rakirin, ev ji îspat dike çeteyan xwe amadekirine li seranserê çeperan ji bo êrîşên kimyawî.

    Hêzên me lêkolînên xwe li ser çekên kimyawî ya DAIŞ’ê bi kar anî bi piştgiriya Xebatên pevçûna û xebatkarên CAR/ koma pisporê navnetewî ya Sahan berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Şer û pevçûnên Hesekê berdewam dikin
    YPG û Volkana Feratê tevahiya Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistin
    YPG û artêşa Sûriyê li ser şerê DAIŞê rêkeftinek îmze kirin
    YPG: Li Hesekê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
    YPG: Di operasyonên Kobanê de 80 çete hatin kuştin
    YPG: 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    YPG: gundên di navbera Kobanê û Girê Spî hatin paqijkirin
    Etîketan:
    YPG, Rojava, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de