11:12 21 Mijdar 2017
Zindî
    Roberta Pinotti

    Barzanî: Cihê yên wek DAIŞê li Kurdistanê tune ye

    © AFP 2017/ Armend Nimani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh pêşwazî li Wezîra Bergirî ya Îtalyayê Roberta Pinotti û şandeya pê re kir.

    Di vê hevdîtinê de, Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti bo derfeta vê civînê sipasiya Barzanî kir û di destpêka axaftina xwe de bi girîngî behsa rola pêşmerge di şerê li dijî terorê de kir û ragihand, `pêşmerge di xeta yekem a şerê li dijî çekdarên DAIŞê de ye.`

    Roberta Pinotti herwiha kêfxweşiya xwe li hember asta bilind a hêza pêşmerge di şer û rahênanê de nîşan da û razîbûna xwe li hember wê yekê jî anî ziman.

    Pinotti tekez jî kir: `Bo rêgirtin ji çekdarên DAIŞê pêwîst bû Îtalya di zûtirîn dem de alîkariya Kurdistanê bike, ji ber ku ew wiha dibîne ku alîkarîkirina Kurdistanê, alîkarîkirina Îtalyayê ye û ev şer jî bo parastina şaristaniyê û hemû cîhanê ye.`

    Wezîra Bergirî ya Îtalya di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser dostatiya navbera gelê Îtalya û gelê Kurdistanê kir û ragihand: `Welatê min dê berdewam be li ser pêşkêşkirna alîkariyên leşkerî bo Kurdistanê.`

    Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de bi xêr hatina Wezîra Bergirî ya Îtalya Roberta Pinotti û şandeya pê re kir û bi navê xwe û gelê Kurdistanê sipasiya gel û Hikûmeta Îtalyayê kir ku di şerê ligel terorîstan de alîkariya Kurdistanê kirine. Mesûd Barzanî herwiha derbarê serdana Serokwezîrê Îtalya Matteo Renzi û rayedarên pile bilind ên Îtalya bo Kurdistanê de jî ragihand, ew yek nîşan dide ku pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de dîrokî û dostane ne.
     Serokê Herêma Kurdistanê derbarê şerê li dijî çekdarên DAIŞê û hewlên bo wê yekê de jî da xuyakirin: `Ev şer pêwîstî bi hewlên hemû aliyan heye û hevdem ligel şerê leşkerî, pêwîst e di warê hizrî, aborî û siyasî de jî şerê terorîstan bê kirin. Herwiha hewlên welatên erebî û îslamî jî bo wê armancê gelek pêwîst in.`

    Mesûd Barzanî herwiha got: `Hinek welat tûşî şaşîtiyê bûn dema xwastin terorê weke kartekê bo milmilanî û nakokiyan bi kar bînin, çimkî teror gefeke mezin e û di dawiyê de zirarên wê ji wan bi xwe re û ji hemû aliyekê re ye.`

    Barzanî amaje bi şikestina çekdarên DAIŞê li Sûriyeyê û Iraqê jî kir û got: “Pêwîst e DAIŞ li Sûriyeyê jî were têkşikandin û şerê terorê li Sûriyey û Iraqê mijarek e ku girêdayî hev in.”

    Derbarê rêkeftina etomî ya Îranê û koma welatên 5+1 de jî, Serokê Herêma Kurdistanê di vê civînê de hêvî xwast ku ev rêkeftin bibe sedemê xurtkirina tenahî û aştiyê li navçeyê û rê ji bo jinavbirina terorê jî xweştir bike

    Bi heman mijarî:

    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de