17:59 23 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmergên PDKî

    Demokratên Rojhilat: Rêkeftina etomî ti bandorekî li ser xebata me nake

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 139 0 0

    Partiyên Demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê dibêjin, rêkeftina etomî ya Îranê û welatên rojava ti bandorekî li ser xebatên wan nake. Ew bi bawerin ku rêkeftin wê pir dirêj neke, çimkî Îran şerxwaz e.

    Çend roj berê Îran û koma 5+1 bi pêşengtiya Amerîka li ser çareserkirina kirîza etomî ya Îranê li hev kirin. Li gorî wê rêkeftinê, Îran wê çalakiyên xwe yên etomî bide sekinandin li hember wê dorpêçên li ser Tehranê bên rakirin.

    Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vê rêkeftinê wek destpêka qonaxeke nû ya serkutkirina gelên Îranê dibînin,  ji ber wê jî pê bawer nakin.

    Ew her du partiyên Rojhilatî ku di van demên dawiyê de dest bi amadekariyên çalakiyên leşkerî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê kirine, dibêjin, ew rêkeftin ti bandorekî li ser xebata wan nake.

    Berdevkê PDKÎ Hesen Şerefî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ew rêkeftin ti bandorekî li ser xebatên me nake çimkî em beriya çêbûna rêjîma îslamî ya Îranê jî ji bo demokrasî, mafên netewî û dadmendiyê dixebitîn.

    Hesen Şerefî diyar kir ku ew wê di her şert û mercekê de xebata xwe bikin û ti tiştek jî nikare pêşiya vê yekê bigire.

    Fermandeyê pêşmergeyên PDKê Xalid Wenewşe jî li ser sînorê Rojhilat ji Rûdawê re got, me rêya xwe hilbijartiye û em jê venagerin, lewma rêkeftina Îran û koma 5+1 ti bandorekî li ser biryara me nake.

    Partiyên Demokrat dibêjin, Îran her dem şerxwaz bûye, lewma `Meha Hingivîn`ê ya Îran û welatên rojava zêde berdewam nabe, çimkî Îran pişta terorê û komên radîkal digire.

    Bi heman mijarî:

    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
    Naveroka civîna PDK û PDKÎ
    Medyaya PKKê êrişî Barzanî û PDKÎ dike
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PDKÎ: Em naxwazin şerê me û PKKê çêbibe
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de