11:02 21 Mijdar 2017
Zindî
    Roberta Pinotti

    Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastina Îtaliyayê kir

    © AFP 2017/ Armend Nimani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 111 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastinê ya Îtaliya, Roberta Pinotti kir.

    Wezîra Parastina Îtaliya Robêrta Pînotî û şandeke leşkerî û siyasî ya wî welatî duh êvarê gihîştin Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefayê Seyîd Qadir ve hatin pêşwazîkirin.

    Roberta Pinotti derengiya şevê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî.

    Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Roberta Pinotti di civînê de diyar kir ku Herêma Kurdistanê îro di cîhanê de bûye xwedî pêgehek girîng.

    Wezîra Parastina Îtaliyayê pesnê Pêşmerge jî da ku di şerê DAIŞê de mêrxasane şer dike û got, Pêşmerge hemû gelên Kurdistanê her wiha şaristaniyê diparêze.

    Serokwezîr Barzanî jî ji ber alîkariyên leşkerî û mirovî yên Îtaliya, spasiya hikûmeta Romayê kir û got, dema DAIŞê êrişî Kurdistanê kir Serokwezîrê Îtaliya yekemîn serok bû ku serdana Başûrê Kurdistanê kir û piştevaniya welatê xwe ji bo Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da.

    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Etîketan:
    Îtalya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de