19:55 23 Mijdar 2017
Zindî
    Petrol

    Dr. Bêwa Xenesî: Kurdistan rojane nêzî 500 hezar bermîlên neftê dişîne bazarên cîhanê

    © Fotolia/ Edelweiss
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 141 0 0

    Dr. Bêwa Xenesî dibêje” Herêma Kurdistanê dikare mîna hin welatên cîhanê yên wek Sengafore û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb aboryeke serbixwe ava bike û paşê rewşeke sîyasî ya serbixwe bi dest bîne.

    Şeş meh berî niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal rêkeftinek li ser çawanîya firotina nefta Herêmê îmza kiribûn, lê di vê dawîyê de her dû hikûmet hevdu bi pabendnebûna xal û bendên rêkeftinê tawanbar dikin.

    Di destpêka meha Hezîranê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku bi serê xwe û bi awayeke rasterê rojane nêzî 500 hezar bermîlên neftê şandîne bazarên Tirkîye û cîhanê.

    Pisporê di warê neft û jeolojîyê de Dr. Bêwar Xenesî xuya kir ew biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê qonaxê de pir girîng e, ji ber ku dibe sedema derbaskirina herêmê ji kirîza aborî ku ew du salin berdewam dike.
    Her weha  Dr. Bêwar Xenesî bo Spûtnîk Kurdistan ragihand "Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikare bi rêya konsûlgerî û nunerên welatên bîyanî li herêmê rêyek bo firotna neftê peyda bike, karekî pir girîng e û dikare rojane nêzî 550 hezar  bermîlên neftê bi rêya borîya veguhastinê ji bîrên navçeyên Herêma Kurdistanê bo Turkîyeyê bişîne, ku li dora 33 milyar dolar dike.

    Xenesî sebaret nizimbûna buhayê neftê li cîhanê got" Nizimbûna buhayê bermîla neftê li bazarên cîhanê kartêkirin kirîne ser hemû welatên berhemanîna neftê, bi taybet jî li Iraq û Herêma Kurdistan, her weha buye sedem ku hin kompanîya karên xwe li başûr û herêmê rabigirin û eger Bexda pereyên wan nede, wate neft û xaz wê nemîne û Herêma Kurdistanê wê bizvire bo sala 2007.

    Herwesa  Dr. Bêwa Xenesî dibêje” Herêma Kurdistanê dikare mîna hin welatên cîhanê yên wek Sengafore û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb aborîyeke serbixwe ava bike û piştre rewşeke sîyasî ya serbixwe bi dest bîne.
    Dr. Bêwar Xenesî got ”Cureyê nefta Kurdistanê pir baş e û (AP) ya wê ji sîhê derbas dibe û ji cureyê sivike û bi buhayê nefta Iraqê dihê firotin û bazara xwe heye û tu arîşe nîne.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    DAIŞ gefan li xelkê Bakûrê Kurdistan dixwe
    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Li Moskowa civîna bi mijara Kurdistan
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Serokwezîr Barzanî: Em dikarin bi serê xwe petrola xwe bifroşin
    Etîketan:
    Neft, Serxwebûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de