Dewleta Îranê heta niha bersiva vê banga Eniya Yekgirtî ya Kurd nedaye, lê beşek ji partiyên Rojhilatî li dijî wê yekê ne.
Endamê rêveberiya Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş a Kurdistana Îranê (Komele), Soran Palanî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, eger dewletek bixwaze pirsgirêkên xwe yên
bingehîn, ku yek ji wan pirsgirêka kurd e, çareser bike ti îhtiyaciya wê dewletê bi navbeynkariyê tine. Lê Îran naxwaze pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bike.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) jî di heman baweriyê de ye. Endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ, Mihemed Sahibî li ser vê mijarê ji Rûdawê re got, Eniya Yekgirtî ya
Kurd ne hêzeke wisa ye ku ji Îranê re girîng be, her wiha, giraniya wê li ba partiyên Rojhilatî tune ye.
Li gorî wî rayedarê PDKÎ, behsakirina vê mijarê di vê demê de zêdetir ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îranê ye.
Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê, sala 2005ê hatiye avakirin û navenda wê ya giştî jî li Tehranê ye. Encumena rêveberiya wê ji 25 kesan pêk tê ku nûnerên kurdên eyaletên Tehran, Sine, Îlam, Kirmaşan û Ormiyê tê de cih digirin.
Eniya Yekgirtî ya Kurd li Îranê, daxwaza demokrasiyê, dadmeniya civakî û geşekirina wekhev dike.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)