19:54 23 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge

    3 hezar û 500 xortên Başûrî navê xwe ji bo pêşmergetiyê nivîsandin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê eşkere kir ku 3 hezar û 500 kesî navê xwe ji bo pêşmergetiya xwebexş nivîsandine.

    Wezareta Pêşmerge beriya niha ragihandibû ku plana wan heye 2 tabûr pêşmergeyên xwebexş (4400 Pêşmerge) ava bikin ji ber wê jî roja 14ê Hezîrana îsal li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Kerkûkê navendên tomarkirina navên pêşmergeyên xwebexş vekiribû.

    Heyama tomarkirina navan mehek bû û îro xilas bû.

    Alîkarê Wezîrê Pêşmerge, Enwerê Hacî Osman ji Rûdawê re got ku 3 hezar û 500 kesî navê xwe tomar kirine û da zanîn, ew pêşmergeyên xwebexş wê yekser ji aliyê amerîkiyan ve bên perwerdekirin û ji şer re bên amadekirin.

    Li ser îhtimala dirêjkirina heyama tomarkirina navan jî Enwerê Hacî Osman got ku heta niha tiştekî wisa nehatiye gotin û bi fermî biryareke wiha nehatiye dayîn.

    Hêjayê gotinê ye ku `bi hezaran` xort û gencên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin Ewropayê jî. 

    Yek ji wan kesên ku navê xwe ji bo pêşmergetiyê nivîsandiye, Mihemed Farûq ji Rûdawê re got, ez dixwazim xwîna xwe pêşkêşî Kurdistanê bikim ne berê xwe bidim Ewropayê. Yên ku diçin Ewropayê karekî xelet dikin.

    Wezareta Pêşmerge destpêkê biryar dabû 3 tabûran (6600 Pêşmerge) ava bike, lê paşê biryar da du tabûr bên avakirin.

    Endamê Lêjneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê, Bapîr Kamela ji Rûdawê re got, ew du tabûr hinekî barê Pêşmerge sivik dike, lê nabe hêzeke xurt a şer. Ez bang li Wezareta Pêşmerge dikim zû wan tabûran amade bike û dest bi avakirina tabûra sêyemîn jî bike.

    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de