08:36 22 Mijdar 2017
Zindî
    AK parti.

    Akar: ‘Gereke hikûmet bi Rojavayê Kurdistanê re têkilîyên xwe xurt bike’

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Serokê AKP’ê a Şaxa Amadê Muhhammet Akar dibejê daxwaza me ewe ku dî rojên pêş de têkîlî dî navbera PYD û AKP’ê de çê bîbe

    Muhhammet Akar  li ser niqaşên koalîsyonê peyivî u got ku AKP dixwaze ku li Tirkiyeyê hikûmetek hevbeş çê bibe û di vê hikûmeta hevbeş de hemû kes  fikr û ramanên xwe bînin ziman. Akar anî ziman ku  deriyê AKP ji hemû partiyan re vekiriye û wiha axivî:’’ AKP pir hewl da ku koalisyonek berfireh çê bibe lê di destpêkê da MHP û HDP nerazîbûna xwe ji bo koalisyona AKP anîn ziman ji ber vê yekê hêviyê AKPê hinek şikandin. Ji bo koalîsyonek nû ava bibe,AKP deriyê xwe ji tu partiyan re negirtiye û ji bo sivîlbûna Tirkiyê, kanuna bingehînek nû, demokrasî û pêşveçûna mafên mirovan û geşepêdana aborî li ser van esasan AKP destê xwe dirêjî her kesî dike.’’

    Akar bibîr xist ku ji bo pêvojoya aşitiyê  AKP xala serekeye û ewê pêvajoya aşitiyê bidomîne. ‘’Pêvajoya aşitiyê projeya dewletê ye. Ji bo pêvajoya aşitiyê qanûn derketin. Serokwezîr Ahmet Davutoğlu  li Wanê anî ziman ku pêvajoya aşitiyê  berdewam bike. Belkî nav bê guhertin lê di navaroka xwe de pêvajo berdewam bike û ewê bigihîje asteka nû.’’

    Akar di derbarê rewşa Suriyê û Rojava de got ku hêviya me ewe ku rewşa Suriyê tesîra xwe zêde nede ser Tirkiye yê. Akar anî ziman ku daxwza me ewe ku têkîliyên di navbera hikûmetê û PYD’ê baş bibin û wiha got: ‘’ Em dixwazin ku  hikûmet bi rêveberiya Rojavayê Kurdistanê re têkilî û alakaya xwe xurt bike. Min vê yekê wek pêşniyar anî ziman. Hinek bawerî lazime û lazime ku PYD û AKP bi hev bawer bin û  hinek gotinên wan ji hev re xweş bên, daxwaza me ew e. Rojên di pêşiya me da ewe têkilî û elaqa di navbera hikûmeta AKPê û rêveberiya Rojava de çê bibe.’’

    Di dawiya axaftina xwe da Akar got ku; daxwaza me ewe ku hemû kurdên dinyayê bigihîjin mafên xwe. AKP dixwaze ku li Rojava îstikrarek çê bibe. Gelê kurd bi aşitî û aramî bi gelê ereb,tirkmen û yên din re bijîn.   AKP naxwaze ku nakokî bikeve nav gelên Suriye ye.

    Bi heman mijarî:

    Ramazan Kaval: ‘AKP dixwaze heza gelê kurd bişkîne’
    Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Projeyên ji alîyê AKP`ê ve hatinî destpêkirin, wê ji alîyê koalîsyonê ve bêne berdewamkirin?
    KCK: Em 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin
    Sebrî Ozdemîr: `Hilbijartin çiqas nêz dibe, qirêjiya AKP bêhtir derdikeve holê`
    Fehîm Işık: ‘AKP dixwaze tevgera kurd bikşîne nava şer`
    Etîketan:
    Koalîsyon, AKP, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de