06:22 23 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Îraqê

    Muhsin Se’dun: Ji ber ketina Mûsilê tawanbarkirina Barzanî biryareke sîyasî ye

    © Foto: BasNews
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 6110

    Parlamentoya Iraqê lîjneyek taybet ji bo lêkolînkirina sedemên ketina Mûsilê saz kir.

    Li ser ji alîyê terorîstên DAÎŞ`ê ve bi destxistina Mûsilê re salek derbaz bû. Parlamentoya Iraqa Federal lîjneyek taybet ji bo encamdana lêkolîna liser sedemên ketina Mûsilê û destnîşankirina kesên suçbar û berpirs pêk anî û lêkolîn berdewam dikin.

    Muhsin Se’dun parlamenterê Kurd di Parlametoya Iraqê de, endamê lîjneya lêkolînkirina liser xuyakirina sedemên ketina Mûsilê dîyar kir ku ``Di demek nêz de lîjneya han wê encamên lêkolîna xwe rabigihîne û berpirs, suçbar û tawanbarên li hember ketina bajarê Mûsilê diyar bike.

    Herweha  Muhsin Se’dun bo Sputînk Kurdistan ragihand ku "Arastekirina rûyê pirsyara ji alîyê lîjnê ve bo serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jiber sedemên sîyasî bû, hin alîyên şiî  gotin``Eger lêkolîn li gel serokwezîrê berê yê Iraqê Nurî Malikî bête kirin, divê lêkolîn ligel serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî û serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî jî bête kirin``.

    Herwesa  got: Barzanî bersîvek baş ji lîjneyê re da û got” Min bi rêya serokê Civata Bilind a Islamî ya Şiî Emar  Hekîm, Nûrî Malikî berî ketina Mûsilê haydar kir û jê re got " Bila hêza pêşmerge bihevre ligel artêşa Iraqê Mûsil biparêzin û rê nedin ku bikeve destê terorîstan, lê Malikî ku li wê demê fermandarê giştî yê artêşa Iraqê bû, qaîl nebû û got " Pêwîstîya  me bi hêza pêşmerge nine``.

    Muhsin Se’dun xuyakir çê dibe hin fermandarê kurd jî sucbar derkevin li hember ketina Mûsilê ku li wê demê di nav artêşa Iraqê de berpirsyar bûn, pêwîste hemû ew kesên tawanbar û suçbar in li hember ketina bajarê Mûsilê bêne dadgehkirin û sizayên xwe werbigirin.

    Sebaret  rizgakirina Mûsilê, endamê lîjneya lêkolînkirina ketina bajarê Mûsilê ragihand" Ez bawer nakim demeke weha nêz de Mûsil bête rizgarkirin, lê xuyaye ku hêza pêşmerge piranîya deverên kurd ên li derdorên Mûsilê ji navçeyên Zummarê ta nêzî Şengalê û navçeyên Givêr û Mexmûrê rizgar kirine.

    Bi heman mijarî:

    Mûsil- DAIŞ nimêja cejnê qedexe kir
    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Iraq – Kampa leşkerî ya zarokan hat vekirin
    Jay Garner: Amerîka divê çekan bide Kurdên Iraq û Suriyê
    Îran, Iraq û Sûriyê li Bexdayê dicivin
    Iraq bi redkirina proje yasaya pirçekkirina Pêşmerge `kêfxweş e`
    Barzanî: Iraq mezintirîn piştevanê DAIŞê ye
    Iraq- Çekdarên DAIŞê 45 leşker kuştin
    Etîketan:
    Mûsil, DAÎŞ, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de