18:04 23 Mijdar 2017
Zindî
    Fermandeyê berê yê artêşa ÎraqêBabekir Zêbarî

    Zêbarî: Bexdayê ti astengiyek ji bo çekên Pêşmerge çênedikir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Fermandeyê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî diyar kir ku ji ber ku wî nedikarî desthilata xwe bikar bîne, dest ji kar berda. Zêbarî kêmbûna leşkerên kurd di nav artêşa Iraqê de jî dixe stûyê kurdan.

    Fermandeyê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî, ku dest ji kar berdabû, ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin.

    Zêbarî duh êvarê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê bû û li ser sedemên îstifaya xwe, rewşa artêşa Iraqê û hinek mijarên din axivî.

    Babekir Zêbarî li ser sedema îstifaya xwe got ku min nedikarî desthilat û hêza xwe bikar bînim, lewma min dest ji kar berda. Eger min dest ji kar bernedaba wê çaxê çi kêmasiyek derketiba divabû min hesab bida.

    Fermandeyê pilebilind ê kurd li ser şandina pişka çekên Kurdistanê, yên ku di çarçoveya şerê DAIŞê de ji aliyê welatên derve ve dihatin şandin jî got ku Bexdayê ti astengiyek li hember wan çekan dernedixist û dema çek ji derve dihatin tenê piştî çend xulekan derbasî Herêma Kurdistanê dihatin kirin.

    Gellek caran rayedarên Herêma Kurdistanê gilî dikirin ku Bexda nahêle çek derbasî Kurdistanê bibe yan jî dereng dişîne.

    Zêbarî destnîşan kir ku rêjeya Kurdan di nav artêşa Iraqê de kêmtirî %1 e û got, kurd bixwe li hember vê rewşê berpirsiyar in, çimkî ti kurdek di nav artêşê de nema hemû ji nav artêşê derketin û çûn malên xwe. Çiqas hewl jî hat dayîn ji bo ku vegerin, bê fêde bû.

    Wek Zêbarî dibêje, her çiqas derbên giran li artêşa Iraqê ketin, lê artêşa Iraqê ji hev belav nebûye.

    Fermandeyê berê yê artêşa Iraqê anî ziman ku wî planek danîbû ku li gorî wê planê, di sê qonaxan de heta sala 2020ê artêşek bihêz ava bike, lê rayedarên berê yên Iraqê (qesta wî Malikî û hikûmeta wî ye) ev plan piştguh xistin.

    Ji ber ku fermandehiya artêşa Iraqê pişka kurd e lewma piştî Zêbarî, kurdekî din bi navê Enwer Heme Emîn ji bo wê kursiyê hatiye pêşniyarkirin. Enwer Heme Emîn di heman demê de  fermandeyê hêza asmanî ya Iraqê ye jî.

    Babekir Zêbarî li ser Enwer Heme Emîn jî axivî û got, eger hikûmeta Iraqê wî neke fermandeyê artêşê wê demê xeletiyek mezin dike.

    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de