23:52 20 Mijdar 2017
Zindî
    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan

    Karayilan: Em bi sozên AKPê xapiyan

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan diyar kir ku ew bi sozên hikûmeta Tirk xapiyan û got ku ev yek divabû me zû bidîta. Karayilan xitimandina pêvajoya çareseriyê jî avêt stûyê Erdogan.

    Endamê rêveberiya PKKê Murad Karayilan ji televîzyona IMC TV re li ser pêvajoya çareseriyê, agirbest û helwesta Tirkiyê li hember pirsgirêka kurd axivî.

    Murad Karayilan li ser agirbest û vekişîna gerîla ji Tirkiyê got ku hikûmeta AKPê soz dabû jibo guhertinên qanûnî û Destûrî pêkbîne, ji ber wê jî me şer da sekinandin û dest bi vekişandina gerîla ji Bakurê Kurdistanê kir, lê heta niha hikûmetê tiştek nekiriye û ti gavek jî nehavêtiye.

    Karayilan anî ziman ku wan şaştî kirin ku zû vekişîna gerîla nedan sekinandin û wiha axivî: `çimkî em li bendê bûn meha Hezîranê (2013) hinek gav bên avêtin, lê tiştekî wisa nehat kirin. Me Îlonê vekişandina gerîla da sekinandin. Diviya me zû ev lîstika AKPê fêm bikira, me şaştî kir û em xwe rexne dikin.`

    Li ser pêvajoya çareseriyê û avakirina hikûmetê jî Karayilan diyar kir ku pêvajo ji aliyê Erdogan ve hat xitimandin û hilweşandin, ew li benda avakirina hikûmeta nû ne û li gorî pêkhateya hikûmetê wê biryara xwe ya dawî bidin.

    Wek Karaylan dibêje, heta mafên kurdên Tirkiyê neyên dayîn, Ocalan û girtiyên siyasî yên kurd neyên berdan û Tirkiyê jî demokratîk nebe, gerîla ti carî çekên xwe danayne.

    Wî rayedarê PKKê li ser siyaseta Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê jî got ku dewleta Tirk naxwaze kurd bibe hêz, ji ber wê jî dest davêje her hêcetekê da ku pêşiya vê yekê bigire. Li Rojava jî dixwaze vê yekê bike.

    Bi heman mijarî:

    PKK: Çêkirina qereqol û bendavan binpêkirina agirbestê ye
    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e
    Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd
    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Civîna PKK û PDKÎ çênebû
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    PKK hêza xwe li sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bêhtir dike
    Parlamentoya Kurdistanê banga rawestana şer li PKK û PDKÎ kir
    Parlamenterên Kurdistanê:`PKK bo danûstandina bi PDKÎyê re amade ye`
    PDKÎ bangawazî kir ku “helwesta nakurdane” ya PKK bidin guhertin
    PKK dest ji kongreya çekdanînê berda ye
    Barzanî û aliyên siyasî destêwerdana PKK li Başûr red dikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de