21:33 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 26321

    Li Kurdistanê pirsgirêka derbarê kesayetiya serok Barzanî zehmettir dibe. Aramiya ku herêmê di deh salên dawîn de ji herêmên Îraqê yên din ciyawaz dike, dibe ku bê windakirin.

    Lihevnekirin derbarê bingehên sereke yên dewleta kurdî ye, jiber redkirna kesayetiya Mesûd Barzanî di vê qonaxê de, dikare bibe sedema ku wek Libnanê li Kurdistan bê û jihevperçebûna êlî demek dirêj berdewambike.

    Dijberên dirêjkirna dema desthilatdariya serok Barzanî rijdin li ser wê yekê ku Barzanî êdî bêtir ji wek di destûrê de hatiye nivîsandin, serokatiya herêmê dike û hinek jî wî ne bi serfiraziya Gandî an Mandêla berhevdikin, lê bi çarenûsa Mûbarak an Esed ditirsînin. Lê niha pirsa me ne derbarê desthilatdariya Mesûd Barzanî ye, ku hetanî îro, di dema ku Kurdistana Îraqê şerekî pir giran bi DAÎŞê re dike jî, hewldide bi awakî siyasî çareseriyê ji kêşên herêmê re bibîne, her wiha, bêtir xweserî û paşê serxwebûnê jibo gelê Kurdistanê bidestxîne.

    Ne hemû desthilata li Kurdistanê di destê Serok Barzanî de ye, partiya wî, tev ku xwedî bêtir endam di parlamentoyê de ye jî, tenê bi saya Yekitiya Niştimanê Kurdistanê (YNK) desthilat wergirtiye. Piştî ku YNK di sala 2009-an de jihevket û tevgera Gorran hat damezrandin, niha  ev tevger hewldide jibo YNK bi aliyê xwe ve bîne. Di pirsa derbarê dema serokatiya nuh ya Barzanî de, YNK bi Gorran re ye. Herdû partî dibînin ku nabe dema serokatiya Barzanî bê dirêjkirin.

    Opozisyon parlamento wek bingeh ji xwe re dibîne, ji Barzanî re tenê derfetek qanûnî dimîne ku postê xwe biparêze, ew jî ku vê desthilatê ji gel wergire.

    Instîtûya sereke ya jibo pêşketina civaka kurdî divê înstîtûya serokatiyê be ku yekser ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Lê ji sala 2009-an ve ev rê, wek heye, hatiye dorpêçkirin. Partiyên opozisyonê ditirsin ku ev yek bihêle ku serokatiya Barzanî pir zêde bibe.

    Heger berê faktorê sereke yê yekitiya civaka kurdî hizra serxwebûnê bû, niha şerê bi DAÎŞê re wan dike yek, jiber pêwîstiya vî şerî bi amadebaşiya hemû hêzên kurdî heye. Ev rewş şert û mercên siyasî jibo  çareseriya binyatgeriyên kevnarbûyî yên civaka êlî sazdike. Sedema din ya ku vê rewşê zehmet dike ew e ku ne yek jî ji hêzên derve yên Kurdistan bi wan ve girêdayî ye, ango îran, Amerîka,  Tirkiyê, piştgirya hizra serxwebûna wê nakin. Tenê tiştê ku niha dihêle ew piştgirtiya Kurdistanê, wek lîstikvanekê serbixwe li meydana navnetewî, bikin – rastiya  ku heger herêm, de fakto, ne serbixwe ba, wê di destê DAÎŞê keta.

    Hemû alî danpêdan dikin ku li Herêma Kurdistanê niha kesayetiyekî siyasî din ku bikaribe vê erkê çareserbike, tune.

    Lê, wek xuya dike, bi taybetî ev yek sedema ku siyasetmederên herêmê yên bihêz hewldidin Barzanî ji desthilatê bidin alî.  Tevgera siyasetmederên navborî gefa li aramiya ku di deh salên dawîn de li herêmê hatiye bidestxistin, dixwe. Bi taybetî PDK vê aramiyê misoger dike. Li gorî pisporan, bingeha serkeftinên herêmê –dîktatoriyet e  û niha pir pêwîste ev dîktatoryet bê parastin.

    Dewleta kurdî li bakurê Îraqê pir arame. Kurd xwedî hikumet, partî, hilbijartin û ajansên ragihandinê yên baş in, her wiha aboriya wan jî ji ya herêmên din baştir e. Li wir binesaziyek xurt heye. Kesî bawer ne dikir ku niha başûrê Kurdistanê baştirîn cih li Rojhilata Navîn be. Ew der baştirîn cî jibo vebêrdêriyê ye.

    Herêm bi saya dîktatoriyê aram e. Aramiya li wir wek aramiya li Yekitiya Soviyetê di dema Brêjnêv û Stalîn de ye. Ne pêwîste li Rojhilata Navîn behsa demokratiyê bê kirin, jiber tebîeta li wir tebîetek êlî ye.

    Aliyên ku berjewendiyên herêmî  di ser yên netewî re dibînin, jibo tekoşîna bi arasta derbarê sazkirna netewek hemdem li Kurdistanê, bi demokratiyê bang dikin û desthilata serok Barzanî bi awakî pir nêgatîv nîşan didin. Heger ev hewldana niha ya jibo sazkirna civaka hemdem têk biçe, kurd wê bi dehên salan  ji cîbecîkirna hêviyên xwe dûr bikevin. Hemû pisporên di warê pirsgirêka kurdî de dan zanîn ku  civaka kurdî pir jihevketiye. Siyasetmeder, rêvebirê Navenda lêkolîna welatên Rojhilata Navîn û Navenda Asyayê Sêmên Bagdasarov jî derbarê vê yekê dibêje ku `Kurd û yekitî lihevnakin û ev yek beşek ji psîkolojiya kurdî ye`. Lê ev yek tenê dide xuyakirin ku erka li pêşya civaka kurdî çiqas zehmete heta bibe netewek rasteqîn û serxwebûnê bidestxîne.

    Demokratî di civakek intîqalî de ku tekoşînê jibo sazkirna şert û mercên hebûna xwe dike, ne erkek serwerî ye. Heger serxwebûn were bidestxistin   wê azadî û demokratî jî bên bidestxistin. Kurd îro tekoşînê li du beran dikin. Yek jê-bera derve bi DAÎŞ re, ya din ya hundir-jibo yekitiya netewî  ye.  Jibo van herdû arastan huner û behremendî pêwîste daku serkeftin bê bidestxistin. Rêber pêwîstin.


    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de