07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Noşerwan Mustafa

    Tevgera Gorranê li ser Barzanî razî ye lê mercên wê hene

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 73 0 0

    Hevdîtin û hewlên çareserkirina kirîz serokatiya Herêma Kurdistanê û heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî didomin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokê Giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefa piştî hevdîtina bi PDKê re gotiye, Gorran razî ye Barzanî heta du salên din jî li ser kursiya serokatiyê bimîne, lê bi du mercan.

    Li ser naveroka wan mercan, rayedarekî Gorranê ku kesekî nêzîkî Newşîrwan Mistefa ye jî, ji Rûdawê re got ku divê PDK bi du tiştan razî bibe; qanûna serokatiyê were sererastkirin û desthilata serok were kêmkirin ya din jî PDK razî bibe ku Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin û ev jî di Destûrê de were nivîsandin.Wî rayedarê Gorranê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku heger PDK wan mercên Gorranê qebûl bike wê çaxê arîşe wê bi hêsanî çareser bibin.

    Çend roj berê PDKê di çarçoveya razîkirina partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo vemana Barzanî li ser kursiya serokatiyê, bi rayedarên Tevgera Gorranê re hevdîtin pêk anîbû.

    Heyama serokatiya Barzanî 20ê Tebaxa îsal xilas dibe.

    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de