07:45 21 Mijdar 2017
Zindî
    Abdul Rahman Qasimlo

    PAK: Em Dr. Qasimlû û hevalên wî bibîr tînin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 68 0 0

    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi helkefta 26emîn salvegera şehadeta Dr. Ebdurehman Qasimlû peyamek belav kir û ragihand, êrişa li dijî Qasimlû, êrişa li dijî doza netewî ya kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bû.

    Îro 13ê Tîrmehê ye. 26 sal berê û roja 13ê Tîrmeha sala 1989ê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Dr. Ebdurehman Qasimlû û du hevalên wî li paytexta Nemsa-Vîyennayê, ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatin şehîdkirin.

    PAKê bi helkefta vê rojê peyamek belav kir. Di peyama PAKê de hatiye gotin ku ku]tina Dr. Qasimlû, ne tenê êrişek bû li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, lê êrişa li dijî doza neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê jî bû.

    Di beşek din a peyama PAKê de wiha hatiye gotin: `Dewleta Îranê piştî Qasimlû jî êrîş û komkujiyên xwe li dijî kurdan ranewestandiye. Piştî Dr. Qasimlû, Dr. Mihemed Sadiq Şerefkendî bibû Sekreterê Giştî yê PDKÎ. Dewleta Îranê di sala 1992 an de Dr. Şerefkendî û 2 hevalên wî jî li Berlînê bi êrîşeke çekdarî kuşt. Îro jî dewleta îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd didomîne. Rojane bi dehan ciwanên Kurd îdam dikin. Sîxurên vê dewletê  destdirêjî keça Kurd Ferînazê kirin û wê jî xwe kuşt. Gelê me bi serîhildanê bersiva vê êrîşa nemirovane da. Li hember daxwaza mafê serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi plan û hêrişên dijminane helwestê digire. Ev komkujî îro jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê ji aliyê dijminên gelê Kurdistanê bi destê DAIŞa hov berdewam in.`

    Bi heman mijarî:

    PAK: Parlementoya Kurdistanê hestê lawên Rojhilat birîndar dike
    PAK: `Heger artêşa Pasdaran derbasî Mehebadê bibe emê wê biweşînin`
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de