03:14 25 Mijdar 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Milîsên şîe zeviyên kurdan dişewitînin

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Parlamenterê kurd ê Iraqê Şaxewan Ebdullah eşkere kir ku milîsên şîe yên Iraqê, li bajarê Seidiye yê girêdayî bi parêzgeha Diyale ve zevî û baxên kurdan dişewitînin û wan ji deverê derdixin.

    Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got ku milîsên şîe duh êvarê bax û zeviyên kurdên devera Seidiyê şewitandin û zirarek mezin li wan dan. Şaxewan Ebdullah diyar kir ku milîsên şîe yên Iraqê pir ji çekdarên DAIŞê xirabtir in û ew dixwazin bi rêya tirsandin, şewitandina mal û milkên Kurdan, bikin ku kurd ji wê deverê barbikin.

    Di heyama çend mehên borî de jî milîsên şîe zêdetirî 500 malên kurdên Seidiyê teqandibûn.


    Bi heman mijarî:

    Hamid Karzai: DAÎŞ jiber destêwerdana hêzên biyanî di karûbarên Îraq û Sûriyê de peydabû
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de