07:37 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    TACK bo Xurmatû modela ‘kantonê’ pêşniyar kir

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Berpirsê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ya ser bi PKK'ê dibêje gelek pêkhateyên Xurmatû ''projeya kantonkirinê'' ji bo navçeya xwe baş dibînin û di dema bê de wê li ser gel pêkhateyên din projeyekî bi vî rengî ragehinin.

    Li gor nûçeyek Goran Elî yê peyamnêrê malpera Rojnewsa nêzîk PKK’ê Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdulah diyar kiriye ku pêkhatên li herêmê gelek ji pêşniyara avakarina Kantona Xurmatû dilxweşin. Li gor nûçeyê şandek Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê serdana pêkhateyên Xurmatû kiriye bi aliyên siyasî, kesayetên diyar  û pêkhateyên cûda re hevdîtin kirine. Derbarê vê serdanê de Mihemed Abdulah ji RojNewsê re axiviye û gotiye ku li Xurmatû ji ber sedema nebûna hêzekî ewlehiyê û dadgeriyê xelk tên revandin û kuştin got ku ji ber ku hêzek nîne ev pirsgirêk jî nikarin bên çareser kirin.

    Mihemed Abdulah balkişandiye ser kiryarên hêza Heşdî Şebî û gotiye; ”Tişta ku DAIŞ’ê kiriye li vê navçeyê Heşdî Şebî kiriye. Her çend Xurmatû girêdayî parêzgeha Selahedîne lê belê qet peywendiyekî xwe li gel nîne. Di 24’ê Mijdara 2014’an de pêkhateyên Xurmatû îmze kirin ku bikevin ser Kerkûkê lê belê nehat qebûlkirin. Niha beşek hukûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze, beşek ji hikûmeta Iraqê dixwaze bi rêya Erebên Şîe ve aliyê xwe de bikêşe û hin alî ji dixwazin bi rêya Erebên Sine vê yekê bikin. Lê belê niha şerekî qewmî û nîjadî li herêmê pêktê.”

    Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdulah gotiye ku wan ji pêkhateyan re mînaka modela Rojava pêşniyar kiriye û wiha gotiye: ”Li ser pirsgirêkên Xurmatû em ligel pêkhateyên Xurmatû rûniştîn. Me ji bo wan pêşniyar kir ku meclîsekî ji hemû pêkhateyan pêkbê avabikin da ku pirsgiêkên xwe çareser bikin. Ji bo pirsgirêkan pêvajoya aştiyê destpê bikin. Daku pêkhateyên Xurmatû bi awayekî aştiyane bikarin bi hev re bijîn. Ji ber vê ji me wek mînak, kantonên Rojavayê Kurdistanê ji wan re pêşniyar kirin. Li Rojava her sê kanton jî di dûrpêçê de ne lê belê ji sêyan zêdetir pêkhate bi hev re jiyan dikin û karîne li ser pêyan bimînin. Vîna xwe derxistîne holê û bi awayekî dadperwerî xwe bi rêv dibin. Ji ber vê mebestê ji me serdana Xurmatû kir û me pêşniyarên xwe ji bo wan anîn ziman. Li gorî gelek ji wan pêkhateyen ev proje ji bo Xurmatû başe û di dema bê de li ser gel pêkhateyên din projeyekî bi vî rengî ragihinin.”

    Etîketan:
    Kanton, Xurmatu, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de