05:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Rayedarê PDKê: Referandoma serxwebûna Kurdistanê pir nêzîk e

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî eşkere kir ku referandoma serxwebûna Kurdistanê pir nêzîk e û ragihand, êdî Kurdistan û Bexda behsa cudabûnê dikin.

    Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî, li Enstîtuya Rojhilata Navîn li Washingtonê semînarek li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê da. Hêmin Hewramî li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê axivî û got, gelê kurd xwe ji referandomê re amade dike û eşkere kir, referandoma serxwebûna Kurdistanê pir nêzîkî e û dê kêmtirî du salên din were kirin. Hewramî anî ziman ku êdî Kurdistan bi Bexdayê re behsa cihêbûnê dike û got, em ne tenê bi Bexdayê re bi aliyên din re jî li ser cihêbûnê gotûbêj dikin. Wî rayedarê PDKê hikûmeta Iraqê bi binpêkirina rêkeftina petrolê û bûdceyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê tohmetbar kir û got, Serokwezîr Ebadî girêdayî rêkeftinê nebûye û sozên ku dabû me û sunniyan, bicîh nehaniye.

    Etîketan:
    Hewramî, Serxwebûn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de