21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Operasyon - Mûsil - Pêşmerge

    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Almanya roja Pênşema borî barekê din ê çek û pêwîstiyên leşkerî weke hevkariya bo hêzen Pêşmerge şande bajarê Hewlêrê. 0

    Almanya roja Pênşema borî barekê din ê çek û pêwîstiyên leşkerî weke hevkariya bo hêzen Pêşmerge şande bajarê Hewlêrê. Fermandarê Giştî yê Artêşa Almanya General Volker Wieker ragehand ku şeva Pênşame borî barekê çek û pêwîstiyên leşkerî bi firokeyek cûrê Antonov IN-124 ji Almanya şandine Bexdayê û piştî kontrolên rûtin ev bar gehiştiye Hewlêrê, ji aliyê berpirsên Hukûmeta Herêmê ve hatiye wergirtin.

    Li gor ragehandina ku di malpera fermî ya artêşê de hatiye belavkirin di nav alavên leşkerî de 200 çekên Dijî Tank ên Mîlan, 900 guleyên Dijî Tank ên çeka Panzerfaust 3, fîşekên DM12A1 ên zirxbir, 5 hezar bombe û milyonek fîşekên Leuchtspur yê G3 hene. Fermandarê Giştî yê Artêşa Almanya radigehîne ku welatê wî heta niha di çarçoveya alîkariya şerê li dijî DAIŞ’ê de 1900 ton çek û pêwîstiyên leşkerî daye Pêşmerge. Almanya beriya niha jî meha Gulanê 138 ton çek û alavên leşkerî şandibûn bo Pêşmerge. Fermandarê Giştî yê Artêşa Almanya General Volker Wieker 4’ê vê mehê hatibû Hewlêrê û diyar kiribû ku dê welatê wî perwerde bide 500 Pêşmergeyan.

    Etîketan:
    Çek, Almanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de