14:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Şerê li Hesekê

    Heseke- Şerê kolanan

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Şerê ku îro çend roj li rojhilat û rojavayê Hesekê di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de berdewam dike, şerê kolanan li xwe girtiye.

    Rûdaw li ser zimanê çavkaniyekê ji bajarê Hesekê ragihand ku `li başûrê Hesekê di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de şerê kolanan dest pê kiriye û ti alî ji wan nikare ti cih û navendan bi tevayî kontrol bike.`

    Li gorî çavkaniya Rûdawê, `Şerê kolanan li taxa Neşwe ya rojhilat û taxa Xwêran li rojevê Hesekê ye, ji ber ku çekdarên DAIŞê ew şer ji xwe re weku tektîkekê dijî artêa Sûriyê bikartînin û mebesta wan jê ew e ku moralê serbazên artêşê bişkînin, ji ber vê yekê artêşa Sûriyê topxaneyê û balafirên şer gellekî li dijî çekdarên DAIŞê bikar tîne.`

    Her wiha, li gorî çavkaniya Rûdawê, `li başûrê Hesekê, di şerê duh yê li derdora avahiya rêvebiriya Neqil de ku di navbera artêşa sûriyê û çekdarên DAIŞê de qewimîbû, efserekî bi pile Eqîd û çar serbaz ji artêşa Sûriyê hatin kuştin û hêzên artêşê ji deverê vekişiyan û çekdarên DAIŞê avahiyên Neqil- Resafê û Kolîja aborî kontrol kirin.

    Tê zanîn ku ji destpêka meha Tebaxê ve, şerên giran di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de li taxên başûrê Hesekê berdewam e û di wan şeran de bi gotina çavkaniya Rûdawê, derdora 470 kesî ji artêşa Sûriyê hatine kuştin,ku di nava wan de fermandarên mezin jî hene û bi gotina çavkaniyê ew hejmara kuştiyan di nava xwe de hejmara kuştiyên çekdarên ser bi artêşê li xwe nagire.

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê şer dijwar dibe
    Şerê li Hesekê dijwar dibe
    Li Hesekê rêjîm gefan li çekdarên DAIŞê dixwe
    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    YPG: Li Hesekê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Hesekê- Şer giran e - Rewşa welatiyan pir xerab e
    Rewşa dawî li Hesekê – DAIŞ taxên kurdan dide ber topan
    Bakurê Taxa Ezîziyê ya Hesekê ji çeteyan paqij bû
    Hesekê- DAIŞ embara sûtemeniyê teqand
    Balafir niha li Hesekê li 2 taxan didin
    Hesekê- Rewş aloztir dibe
    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê şer gur dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Kurd Hesekê vala dikin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de