19:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Kamil Saleyî Qaymeqamê Naveda Kerkûkê

    Qaymeqamê Kerkûkê: Hewlên erebkirina Kerkûkê berdewam e

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 181 0 0

    Wezareta Karên Navxweyî ya Hikumeta Iraqa Federal di van rojan de biryarek derxistîye, ku têde hatîye destnîşankirin, ku koçbarên Iraqê yên ji ber hatina terorsîtên DAÎŞ`ê û rewşa şer û ewlehîyê, navçe û bajarê xwe bicih hêlane, dikarin nasnameyên xwe yên şaristanî veguhêzînin wan bajar û navçeyan ên niha li dijîn.

    Helbet  ew biryara hikumeta Iraqa Federal bûye sedema dilgiranîya desthilatdarên Kurd li Kerkûkê û Qaymeqamê Kerkûkê Kamil Saleyî xuya dike, ku nabe hîç biryarek bête dayîn ku kartêkirinê li ser guhertina demografîya Kerkûkê bike, heta madeya 140 ji Destûra herdem ya Iraqê neyê cîbcî kirin.

    Kamil Saleyî Qaymeqamê Naveda Kerkûkê bo Sputnîk Kurdistan ragehand:"Pirsgrêka Kerkûkê hêj çareser nebûye, ji ber ku maddeya 140 ji Destûra Iraqê weku pêwîst nehatîye cîbcî kirin, ku divê bi sê qonaxa cîbcî bibe: yek, vegerandina runiştvanên Kerkûkê bo ser cih û navçeyên xwe ku rejîma BAAS`ê dûr xistibûn û vegerandina rewşeke asayî bo navçeyê   û encamdana rapirsîyê li ser  ayinde û çarenivîsa Kerkûkê û wê navçeyê.

    Her weha  xuyakir îdareya Kerkûkê hewl dide rê li hember wê biryara Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê bigire û rêveberê giştî yê Nasnameya li Kerkûkê me haydar kirîye ku nabe tu karê weha bike, ku bibe sedema guhertina demografîya Kerkûkê û eger pêwîst bike emê bihevre ligel parêzgarê Kerkûkê hin pêrabuwên pêwîst encam bidin, ku rê ji cîbcîkirina wê biryarê bigirîn.

    Kamil Saleyî got: ``Metirsîya erebkirina Kerkûkê hêj heye, ji ber ku bi sedemên têkçûna rewşa ewlehî li Iraqê niha bêtirî (100,000) sed hezar malbatên aware û koçber li Kerkûkê hene û  piranîya wan Erebên sunnî ne û di heman demê de rêjeyek mezin ji erebên ji parêzgehên Tikrît û Dîyala û Neynawa dixazin bihên Kerkûkê û xwe ji vir navnivîs biken, ku ev bê guman metirsîne liser guhertina demografî û çarenûsa Kerkûkê û û di heman demê de dikarin bibin sedema cîbcînekirna madeya 140 a Destûra Iraqê.

    Bi heman mijarî:

    Kerkûk - Barzanî çû eniya şer
    KERKÛK- Serokê Şîrketa Petrola Bakur hat kuştin
    Kerkûk – ‘Civîna qederê’ dest pê kir
    Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke
    Kerkûk – Komek çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Kerkûk – 20 pêşmergeyên amerîkî şerê DAIŞê dikin
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    Demografîya, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de