09:39 18 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Partiyên kurd çibikin leşkerên nû, yên ku ji alî hevkaran ve hatine perwerde kirin?

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 11601

    Li Herêma Kurdistanê skandaleke gewre pêşdikeve, hêzeke nû ya `pêşmerge` ya ku ji alî hêzên amerîkî ve hatine perwerde kirin hejmara wan nêzî 7 hezar kese, ji kesî re nelazimin.

    Leşkerên perwerdekirî ji bo Mosulê hatibun amadekirin,  li gor  planan  heger êrîşek li ser bajêr pêkbata, hêza han parastina bajêr bike.  Lê li Başurê Kurdistanê  xizmeta wan leşkeran ne pêwîst bu û hewildan hatin dahîn ku wan bişînin Sûriyeyê. Hate gotin ku  ew taburan ji welatiyên Sûrî pêk tên. Lê biryara han ji alî rêveberiya kantonên Rojavayê  ku PYD ê li wur desthiladare  hate astengkirin. Ligor nêrîna wan biryar wek hewildana avakirina bingeyêke lişkerî ji bo KDP li Sûriyeyê hate dîtin.

    Vê gavê li eniya Başurê Kurdistanê ku beşên pêşmerge  yên ji alî  koalîsiyonê hatine  perwerde kirin ji kesî re nelazimin. Wendayî  pirin (nêzîkî hezarek nîv kes hatine kuştin) lê ev ne 7 hezar kesin û tê zanîn ku dagirtina wan bi riya tradîsiyon tê pêkanîn. Lê taburên ku bi sistema  Amerîkayê hatine perwerde kirin ji bo sîstema kevneperest ya komkirina  pêşmerge nabin. Ji bilî wê, îro maaşên wan hêzên pêşmerge yên ku şer dikin di wextê de nayê dahîn. Avakirina Navendên perwerdekirina leşkerî  wek formeke grîng ya alîkariya leşkerî tê venêrîn. Biryara avakirina wan di asta herî bilind hatibun girtin. Lê heger taburên perwerdekirî ji kesî re nepêwîstbin û hela di rewşeke zehmet ya siyasî ya li Başurê Kurdistanê û Rojavaya re telukebin,  wê demê navendên han wê bêne girtin û dawî bi alîkariya leşkerî ya amerîkî bête danîn. Sîstema pêşniyarkirî ya  koalîsiyonê ya perwerdekirina leşkerî ji rêalîteyên Herêma Kurdistanê re û hela Rojavayê re, ji binîve nabe. Herî rehet perwerdekirina leşkerên nû ye, DYA êdî li gelek welatan di nav de li Efganîstanê  ev tişt pêaknîye. Tê zanîn ku sîstema Herêma Kurdistanê ne hevdeme, li wir desthilatdariya siyasî di destê partiyan deye yên ku tenê  hêzên xwe yên asayîşê qebuldikin.

    Hewildana şandina leşkeran ber bi Rovayê ve dikare  nerazîbunên nû derxîne holê. Nerazîbuna kantonan ku desthilatdarî destê PYD ye, tête femkirin.  Ewana amadene  hêzeke destek qebul bikin, lê wusa ji bo ku struktura wan ya leşkerî ango ya YPG neyê hilweşandin.  Xwezahiye ku hewildana bicîh kirina hejmareke bi 6-7 hezar leşker li Rojavayê Kurdistanê rastî nerazîbunê tê û ji bo  Sûriyeyê hejmara han gelek mezine. Hewildan wek avakirina binkeya leşkerî ya KDP ê li Rojavayê Kurdistanê  hate nirxandin.  Di rastiyê de PYD desturê nade ku hêzeke din li herêmên ku bin kontrola wîdene  bêne bicîh kirin hela ew hêz jî `pêşmerge` bin. Bê guman gava han heger bê îsrar kirin rewşa siyasî leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê xirav bike.
    Cigîrê serokê biryargeha berevaniya kantona Kobanê Ocalan Îsu ji `Radiyo Sputnîk ` re van zaniyaran da.

    "YPG û YPJ ev 5 salin  wê deverê diparêzin. Hêza han yekemîn hêza leşkeriye ku rêal li Rojavayê ye. Li gor  qanunên kantonan hêzên din yên leşkerî nikarin li Rojava bicîh bibin. Li Rojavayê Kurdistanê  Pêşmerge tunene, hêzên pêşmerge tenê li Başurê Kurdistanê fermî hene. Ew leşkerên ku li Herêma Kurdistanê ne û dibêjin ku ewana ji Rojavayê ne, dikarin li vir cîhên xwe di nav refên YPG bigirin, ewana dikarin bi razîbuna xwe tevlê YPG bibin û şeş  mehan yan jî zêdetir xizmetê bikin. Ewana li vir wek li Herêma Kurdistanê dikarin maaşên  xwe bistînin. Li cem me leşker di mehê de 300 dolar distînin. Em ji wan daxwez dikin ku nebêjin ku ewana pêşmergene, li Rojava pêşmerge tunebun û tunene, Pêşmerge li Başurê Kurdistanê şer dikin. Di nav refên hêzên parastina gel, ji  berî ve  nunerên partiyên cuda  şerkirine û gelek ji wan di şerên li hember DAÎŞ ê jiyana xwe ji dest dane".

    Di destpêkên mehên krîtîk yên  şerê li hember  DAÎŞ ê biryara perwerdekirina leşkeran hate girtin. Biryara han nehate baş pîvandin ji ber ku ew siyasî pir metirsîdare û ne di wextê xwede ye. Leşkerên ku ji alî mamosteyên leşkerî yên Rojavayê ve hatine perwerdekirin nebun `pêşmerge` ji ber ku ewana perwerda siyasî ya sîstema Kurdistanê derbaznebune. Ti yek ji partiyên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê di hebuna van leşkeran ne berjewendîdarin. Peydabuna  hêzên leşkerî li Herêma Kurdistanê yên ku bi partiyan ve ne grêdayîne, dikarin aramiya hundur ya herêmê xirav bikin.      
         

    Bi heman mijarî:

    Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava
    Obama: Emê li ser çekdarkirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin
    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Hemwelatiyên biyanî jî dixwazin bibin Pêşmerge
    Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine
    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    Pêşmerge zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim ji destê DAIŞê derxist
    Balyozê Amerîkayê: Li Amerîkayê nerînek yekgirtî bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge heye
    Wezîrê bergiriya Amerîka: divê hemî hêzên Îraqî wek Pêşmerge bin
    Iraq bi redkirina proje yasaya pirçekkirina Pêşmerge `kêfxweş e`
    Alîkarê Serokwezîrê Belçîkayê: Ez şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê pir diecibînim
    Etîketan:
    Rojava, Pêşmerge, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de