07:33 21 Tebax 2017
Zindî
    YNK û Goran

    YNK û Goran: Em sîstema parlemanî dixwazin

    © Foto: fb
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Îro li Silêmaniyê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Tevgera Goranê derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û destûra Herêma Kurdistanê de civiyan. Her du aliyan piştî civînê ragihandin, nêrînên wan nêzîkî hev in.

    Li gorî zanyariyên Rûdawê, civîna şanda YNK û Tevgera Goranê li baregehê sereke yê Goranê li Silêmaniyê birêveçû û piştî bi dawîhatina civînê jî her du aliyan konfranseke rojnamevanî lidar xistin.

    Berpirsê Pêwendiyên Dîplomatîk ên Goranê, Mihemed Tofîq Rehîm di vî konfransê rojnamevanî de ragihand ku `Nêrîna me derbarê pirsa Serokê Herêma Kurdistanê de gelek nêzîkî nêrîna YNKê ye.`

    Mihemed Tofîq Rehîm herwiha tekez jî kir ku `civîna navbera aliyan ji bo ku bi hev re bigihîjin çaresereke hevbeş, bi taybet bo çareserkirina pirsa Serokê Herêma Kurdistanê, pêwîst e.`

    Berdevkê YNKê Îmad Ehmed jî di vê konfransa rojnamevanî de got: `em bi pêdeçûna yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê re ne û herwiha em bi kêmkirina desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê re ne.`

    Îmad Ehmed herwiha ragihand: `em ligel sîstema parlemanî ne û em ligel wê yekê ne ku Serokê Herêma Kurdistanê di parlamentoyê de bê hilbijartin.`

    Bi heman mijarî:

    YNK: Me bi Îranê re behsa serokatiya Kurdistanê nekiriye
    Berpirsekî YNK: Pêwîstiya Dûzxurmatû bi Pêşmergeyên bêhtir heye
    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK sekreterekî nû ji xwe re hildibjêre
    Goran: Ya herî baş sîstema parlamenterî ye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de