20:30 16 Tebax 2017
Zindî
    Hêzên Pêşmerge

    Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Nerînên partiyên Rojavayê Kurdistanê yên derbarê derbasbûna pêşmerge ji hev cuda ne. Hin partî dibînin ti çare nîne jibilî rêkeftina Dihokê û lihevkirineke siyasî û hin partiyên din jî dibêjin, 2 hêz li Rojava bi ti awayî nayê qebûlkirine.

    Ji aliyekî din nêrîneke di nav rêveberiya xweser de dibîne, ku ji xwe 2 hêz ti caran nayê qebûlkirin û yên ku dixwazin berevaniyê li ax û gelê Rojavayê Kurdistanê bikin, bila tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin.

    Piraniya partiyên ji derveyî ENKSê û TEVDEMê tekez dikin li ser mafê berevaniyê û amaje bi wê yekê dikin, ku avakirina 2 hêzan dibe ku di bin siya rêveberiye hevbeş de be.

    Cîgirê Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokrat Mistefa Meşayix ji Rûdawê re got: `Ji mafê her kes û aliyekê ye, him ji netewa kurd û him ji her netewekî din jî, ku bervaniyê bike û ti rêçare jibilî rêkeftina Dihokê nîne. Pêwîste pirsa leşkerî li gor rêkeftina Dihokê were çareserkirin.`

    Sekretêrê Partiya Aştiya Demokrat Telal Mihemed ji Rûdawê re ragihand: `Em bi wê yekê re ne ku pêşmerge vegere Rojavayê Kuridstanê, lê gerek bi rêkeftineke siyasî be. Ez nabêjim ku em vegerin rêkeftina Dihokê û Lêvegera Siyasî, ji ber ku li ser erdê hinek pêşketinên nû çê bûne. Eger lihevkirinek siyasî di navbera hêzên kurdî de hebe, pêşmerge dikare di bin siya YPGê de derbasî Rojava be. Ji xwe du hêzên leşkerî nayê qebûlkirine û gerek yek hêz hebe û pêwîst dike ku ew hêz di bin biryarek yekgirtî de be.

    Sekretêrê Partiya Çep Mihemedê Mûsê jî ji Rûdawê re axifî û got, hêzek ku bixwaze berevaniyê bike, gerek di nav refên YPGê de cih bigire û bi ti awayî hebûna 2 hêzan li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirine.

    Ji aliyekî din partiyên ku di nava TEVDEMê de cih digirin, tekez dikin ser mafê berevaniyê, lê dibe ku bi rêkeftin û lihevkirineke siyasî be, û ya giring ewe berî her tiştî ku ENKSê helwesta xwe ji hemahengiya Sûriyê û dewleta Tirkiyê diyar bike.

    Hêza pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ji 8 fewcan pêk tê û li Başûrê Kurdistanê şerê çekdarên DAIŞê dikin û niha  di amedebaşiyê de ne ji bo ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

    Bi heman mijarî:

    KCKê ji bo pêşmergeyên Rojava biryar da
    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Rojava - Asayişê kirîn û firotina xaniyan qedexe kir
    Huseyîn Durmaz: ‘Ji bo Rojava piştgirî berdawam dike’
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    Kurdên Êzidî welat bi cî dihêlin û ber bi welatên Rojava koç dikin
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    18 hezar leşkerên tirk bo `operasyona` li dijî Rojava amadene
    Asayişa Rojava: Firokeyên bêyî firokevan gehiştin dest me
    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Li Rojava 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
    Amerîka: Em li DAIŞê nedin wê 4 rojan Rojava kontrol bike
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin
    Tanka rûsî `Armata` ji dublorên Rojava çêtire
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Rojava wê çekan nede Ûkraynayê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de