13:01 21 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Kanî

    Ahmet Kanî: ’ Êdî tu kes nikare pêşiya kurdan bigre’

    © Foto: Gulnus Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 219 0 0

    Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî a Şaxa Amedê Ahmet Kanî dibêje ku li Rojhilata Navîn kurd gihîştin astek wisa ku êdî tu kes nikare pêşiya wan bigre û her çi qas here kurd wê bi hêztir bibin

    Ahmet Kanî di derbarê siyaseta Tirkiyeyê ya Rojava de peyivî û got ku helwesta Tirkiyeyê ew e ku  li Rojavayê Kurdistanê,mudaxaleya leşkerî bike ku  pêşiya kurdan bigre. Kanî bi bîr xist ku rejîma Baasê, bi navê  ‘Bihara Ereb’  li Rojhilata Kurdistanê, li ser axa kurdan  ereb bi cîh kiribûn û niha şerê ku li Rojava diqewime, kurd tiştên baş bi dest dixin, serkeftî ne, li ser axa xwe, xwe dikarin biparêzin.  Tirkiye vê yekê dibîne û naxwaze ku kurd bi ser bikevin. Tirkiye dixwaze  pêşiya kurdan bigre.  Helwesta dewleta Tirkiyeyê,helwestek şaş e.

    Kanî anî ziman ku çar aliyên kurdan bi dewletên İran, Irak,Suriye, Tirkiye  hatiye dopeçkirin û nahêlin ku kurd bi dinyayê re danustandin bikin. Kanî got ku welatên kurdan ji alî van  4 dewletan hatiye dorpeçkirin û axa kurdan  di nava xwe de parvekirine,  nahêlin ku kurd bigihîjin heqên xwe. ‘’Dema di Rojavayê Kurdistanê de kurd bigihîjin deryayê wê demê kurd, bikaribin bi dinyayê re danustandin bikin  û  wê bikaribin ji xwe re rêyekê vebikin. Dewletên hevgirtî êdî pêşiya kurdan vedikin lê Tirkiye naxwaze kurd pêşiya xwe bibînin, dixwaze pêşiya kurdan bigre.  Tirkiye alikariya DAİŞ`ê kir, bi destê DAİŞ`ê xwast ku kurdan biqelîne lê bi ser neket. Îro konjektora dinyayê dewletên hevgirtî yên dinyayê  dîtin ku kurd, mafên mirovatiyê diparêzin lê dewletên wek Tirkiyê,Suudî û Katarê  helwestek wisa danîn ku bi rêya DAİŞ ê kurdan bifetisînin. DAİŞ hem li Başurê Kurdistanê hem li Rojhilatê Kurdistanê êrişên kurdan dike. Karê DAİŞ`ê ewe ku kurdan ji holê rake û axa kurdan bigre bin kontrola xwe. ‘’

    Kanî qala hilbijartinê li Tirkiyeyê kir û got ku di hilbijartinê li Tirkiyeyê de partiyeka ku bi serê xwe bibe İktîdar çê nebû, partiya Tirkiyeyê ya nijadperest MHP dixwaze pêşiya kurdan bigre, şertê wan ew e ku dibêjîn tu mafên kurdan tune be û bi vê siyasetê tevdigerin. Piştî vê hilbijartinê kurd dixwazin bi awayekî mirovayî mafên xwe bi dest bixin, lê wek ku tê xuya kirin Tirkên nijadperest naxwazin ku kurd wek neteweyek bigihêjin heqên xwe, her tim êrişan ser kurdan  dikin.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Di têkilîyên Tirkîye û Brezîlyayê de `Kahûra Jenosîdê`
    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne
    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Etîketan:
    DAÎŞ, Rojava, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de