07:38 21 Tebax 2017
Zindî
    Cemîl Bayik

    KCKê ji bo pêşmergeyên Rojava biryar da

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayîk razî bûye ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

    Hat ragihandin, Bayîk wê vê mijarê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re gotûbêj bike.

    Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Hemîd Hecî Derwêş û Berpirsê Beşa Zanyarî di Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê de Lahûr Talebanî, serdana çiyayê Qendîlê kirin û bi Hevserokê KCKê Cemîl bayîk re civiyan.

    Di vê bareyê de, Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li Sûriyeyê Hemîd Hecî Derwêş di pêwendiyeke telefonî de ji Rûdawê re ragihand: `Cemîl Bayîk razîbûna xwe li ser derbasbûna pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê aniye ziman, lê berî wê yekê wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bicive û derbarê çawaniya derbasbûna wan pêşmergeyan de û herwiha mekanîzma hemahnegiya wan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re gotûbêj bike.

    Hemîd Hecî Derwêş herwiha got ku `Cemîl Bayîk ji me re got, heger ez û Barzanî bi hev re bigihîjin lihevkirinekê, tu- pirsgirêk nîne ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.`

    Hemîd Derwêş derbarê piştgîriya hêzên Başûrê Kudistanê bo derbasbûna pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê de jî got ku `Barzanî û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), ji aliyê xwe ve ji me re gotine, ku ew jî amade ne ji bo rûbirûbûna bi DAIŞê re û parastina jiyana welatiyan hêzên pêşmerge bişînin Rojavayê Kurdistanê û bo wê yekê alîkariyê bidin.`

    Di bersiva ser pirsya, gelo we piştî wergirtina nêrîna KCKê, pêwendî bi Barzanî re kiriye yan na, Drwêş anî ziman, ku wan pêwendî bi Barzanî re kiriye û wî jî gotiye ez di her demekî de ku bê gotin ji vê yekê re amade me.

    Hemîd Hecî Derwêş tekez jî kir, hêvî heye ku lihevkirinek bê kirin ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, lê heger derbarê wê mijarê de lihevkirinek neyê kirin, wê malwêraniyek mezin li Rojavayê Kurdistanê çêbibe.

    Bi heman mijarî:

    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Rojava - Asayişê kirîn û firotina xaniyan qedexe kir
    Huseyîn Durmaz: ‘Ji bo Rojava piştgirî berdawam dike’
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    Kurdên Êzidî welat bi cî dihêlin û ber bi welatên Rojava koç dikin
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    18 hezar leşkerên tirk bo `operasyona` li dijî Rojava amadene
    Asayişa Rojava: Firokeyên bêyî firokevan gehiştin dest me
    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Li Rojava 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
    Amerîka: Em li DAIŞê nedin wê 4 rojan Rojava kontrol bike
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin
    Tanka rûsî `Armata` ji dublorên Rojava çêtire
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Rojava wê çekan nede Ûkraynayê
    Rojava diyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê red dike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de