14:48 21 Tebax 2017
Zindî
    Bajarê dîrokî yê Sûriyê -Tedmur

    Taybetmendîyên ûtopîya olî

    © AFP 2017/ Joseph Eid
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 21510

    Her çend wek pêkenok dîyar bike jî, hemû tiştên bi eskatolojîyê ve girêdayî gelek berhemdar in û encaman didin.

    Rêvebirîya DAÎŞ`ê cînayetên xwe, ango kuştina leşker û kesên sivîl bi efekteke teatral pêk tîne. Bûyera li  Palmîrayê ya wê dawîyê yek ji wan nimûneyan e. Rêvebirên DAÎŞ`ê terorîstên xwekuj di wan rewşan de jî bikar tînin, ên pêwistîya leşkerî tune bin, wek li Kobanîyê. Terorîstên DAÎŞ`ê û fermandarên wan xwe ji şerê bi Yekîneyên Parastina Jin dûr digirin. Ew nimûne hemû taybetmendîya motîvasyona olî-mîstîkî ya terorîstên DAÎŞ`ê nîşan dide, ku di analîzkirina wê rêxistinê de gereke bête berbiçavkirin.

    Rêvebirîya DAÎŞ`ê guneha xwe bi wan kesan naynin ên dişînin mirinê. Ji ber beşdarîya zêde ya di nav refên DAÎŞ`ê yên li Iraq û Sûrîyeyê, jimara wan kêm jî nabe. Di encamê de, DAÎŞ ber bi wan herêman ve dikare hêzên nû bişîne, yên êdî li wir têk çûnî û hatinî tunekirin. Ew yek her weha li dijî mantiqa şerê leşkerî ye. Ji çeteyên DAÎŞ`ê tenê tiştek tê xwestin: şer bikin û bi layîqî bimirin. Li dora ji % 90 çeteyên êriş li Kobanîyê kirinî, kemera xwekujîyê li xwe kiribûn û hemû jî mirin. Xeterîya cîhadîyan jî ji wê tê, bi taybet jî: mirina ne bi rûmet dikare bandorê li statûya cureyê mirinê bike, ango dikare pêşî li şehadeta wan bigire. Yek ji astengîya li pêş şehadetê, li gor nêrîna wan, mirina bi destê jinê ye. Ew yek ewqas zêde bandorê li wan dike, ku gelek caran ji şer direvin, dema rast bi Yekîeyên Parastina Jin tên.

    Cîgirê Serokê Komîteya Parastina Kobanîyê Ocalan Îsa ji peyamnêrê me re ragihand, ku bi rastî jî çeteyên DAÎŞ`ê bi rasthatina Yekîneyên Parastina Jin gelek ditirsin:

    “Ew yek rast e, dema çeteyên DAÎŞ`ê dengê jinan dibihîzin yan jî wan dibînin, bi sahmê dikevin, ditirsin û direvin. Wan bawer nedikir, ku jinên kurd dikarin bi mêran re mil bi mil şer bikin. Ji ber ku di dîroka îslamê de bûyerên wisa tune ne”.

    Rojnamevan Rewşen Xelîl jî, ku di demeke dirêj e li Kobanîyê, li ser daxwaza me ew pirs ji endamên Yekîneyên Parastina Jin ên li enîyên şer pirsî:

    “Me axaftina çeteyan a bêtêlê guhdar kir, ku digotin: ``ber bi wî alî ve neçin li wê derê jin hene``. Cihê jin lê, ji wê derê direvin. Bûyerên wisa qewimîne. Lê, ez nizanim ji bo çi wisa tev digerin. Dîyar e ku li bal wan tirs peyda dibe. Wan ji hevalên xwe daxwaz kirin, ku ji cihê jin lê henî, terk bikin. Ji %100 tişteke wisa heye. Lê, sedem çi ye ez nizanim, dibe ku tiştên bi ola îslamê ve girêdayî bin”.
    Radyo Spûtnîk, pirsa şertên mirinê ji bo cîhadîyan çiqas giring e, ji îslamnasê navdar, doktorê zanistên dîrokî, endamê civata zanistî ya Navenda Karnegî ya Moskowê Aleksey Malaşenko pirsî:

    “Ew yek tişteke rast e û ne henek e. Her çend wek pêkenok dîyar bike jî, hemû tiştên bi eskatolojîyê ve girêdayî gelek berhemdar in, ango encaman didin. Eger di rîya cîhadê de tu bi destê jinê bê kuştin, tu nikarî bikevî bihuştê. Min bi xwe ew yek zêde pirole nedikir, lê ji alîyê din ve, hemû motîvên eskatolojîyê yên niha di nav îslamê de cih digirin, gelek popûler in. Ji ber wê yekê motîvasyona şer a olî û di heman demê de motîvasyona serkeftinê xwedî wateya xwe ye. Li vir em behsa mirina mucahîdê bi destê jinê hatî kuştin dikin. Mirovên ku ji bo şer diçine wê derê, hewl didin ku girêdayîbûna xwe ya tradîsyonên îslamî ispat bikin. Her çend wek tişteke `vala` dîyar bike jî, di rastîyê de wateyeke wê heye. Li vir gereke bifikirin, ku hem heramoyîkirin nabe û hem jî prolekirin. Lê, ya giring ew e, ku eskatolojî dixebite”.

    Wisa dîyar e, ku gereke em qebûl bikin, li Rojhilata Navîn em ne tenê rast bi dewletek terorîst hatine, ku di her firsendê de komkûjîyan pêk tîne û terorê dibarîne, her weha ew hewl didin ku anegorê îdealên xwe di îdeolojî û pratîkê de xelîfeta sedsala 7`an vejînin. Gereke em gelek bi haydarî li nêzê wê tevgerê bibin. Gereke em xwe ji wan şaşîyan dûr bigirin, ên ûtopîya olî xurt dikin.

    Bi heman mijarî:

    100 çekdarên DAÎŞ-ê bi jehrî ketin
    Obama amadeye şer bi DAÎŞ re bike û bibîrtîne ku hemû welat gerek lihimber gefa giştî yekbin
    Serkeftina kurdan a li hember DAÎŞ`ê ne bi dilê Tirkîyeyê ye
    DAÎŞ li Xezayê layengiran digere
    DAÎŞ li Misirê mezin dibe
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Tehran li dijî DAÎŞ`ê îtîfaqê saz dike
    DYA mîlîsên şiî ji DAÎŞ`ê xetertir dibîne
    Kongreyê Amerîkayê stratîjiya tekoşîna bi `DAÎŞ`ê re giftûgokir
    Çavkanî û navgînên dilniwazîya îllûzyona DAÎŞ`ê çi ne?
    Kurdên Sûrîyeyê bêhna DAÎŞ`ê çikandin
    Etîketan:
    DAÎŞ, Rojhilata Navîn, Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de