06:42 19 Tebax 2017
Zindî
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11310

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku meydana karê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ne li Herêma Kurdistanê ye û ew li wir mêvan in.

    Barzanî piştî civîna xwe de ligel aliyên siyasî yê xiristiyan li Herêma Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.

    Nêçîrvan Barzanî wiha got: `Em wek Herêma Kurdistanê û hikûmet, karê me yê sereke giringîdan e bi Herêma Kurdistana Iraqê. Meydana karê PKKê cihê wê ne Başûrê Kurdistanê ye, cihê wê welatê Tirkiyeyê ye.

    Barzanî wiha domand: `Dirûşma PKKê ew e ku hem dixwazin pirsgirêkan li Tirkiyeyê çareser bikin, hem jî ew dixwazin pirgirêkên xwe ligel wî welatî çareser bikin. Lewma niha ew li Herêma Kurdistanê mêvan in. Ev çendîn sal e ku me li Başûr mêvandariya wan kiriye. Bêguman dê rojekê bigihên rêkeftinekê û dê vegerin welatê xwe.”

    Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de ragihand: “Em jî hêvîdar in, ku ew ligel Enqere bi aştî û gotûbêj bigihên rêkeftinekê û ew jî vegerin cihên xwe.`

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Meseleya serokatiyê tenê meseleya PDKê nîne
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de