18:39 17 Tebax 2017
Zindî
    Hesekê

    Şerê li Hesekê dijwar dibe

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Li gorî agahiyên ANHA’yê, li taxên Neşwa Şerqî, li derdoar Statyona Basil Esed a li taxa Xwêran, li nêzî nexweşxaneya zarokan û Sekan Şebabî yên li taxa Neşwa û taxa Zihûr di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûn ji şevê din ve bê navber dewam dikin.

    Di şer û pevçûnan de kuştî û birîndarên ji herdû aliyan çêbûne, lê derbarê hejmara wan ti-agahiyên zelel ne hatine bidexsistin.

    Çeteyên DAIŞ’ê li nêzî navenda bînvendanê ya Monland Neşwa Şerqî bi tirmpêla bombebarkirî êrîş kirin, hêzên rêjîmê bi tirmpêlê hesiyan û beriya bighêje encama xwe teqandin. Çeteyên di tirmpêlê de bûn hatin kuştin.

    Di heman demê û balafirên şer bê navber herêma şer û bi teybet deverên çeteyan xwe têde bi cih kirine topbaran dikin. Hêzên rêjîmê ji navendên xwe taxên şer topbaran dikin.

    Di heman çarçoveyê de çeteyan êrîşî navendên rêjîmê yên li nêzî Çerxeriya Basil a li taxa Xwêran kirin, hêzên rêjîmê bersiva êrîşê dan û di encamê de herî kêm 2 leşkerên rêjmê hatine kuştin. Hate gotin ku êrîşa herî dijwar li dijî avahiya polîsyên Tirafîkê ya li wê herêmê bû.

    Çeteyên DAIŞ’ê ku 24’ê hizêranê êrîşî Hesekê kirin û gelek deverên girîng xistine destê xwe, hîn gelek cihan di destê xwe de digirin. Lê herî zêde çete ji bo xwe ji bombebarana balafiran biparêzin xwe di cihêên sivîl de bi cih dikin.

    Bi heman mijarî:

    Li Hesekê rêjîm gefan li çekdarên DAIŞê dixwe
    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    YPG: Li Hesekê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Hesekê- Şer giran e - Rewşa welatiyan pir xerab e
    Rewşa dawî li Hesekê – DAIŞ taxên kurdan dide ber topan
    Bakurê Taxa Ezîziyê ya Hesekê ji çeteyan paqij bû
    Hesekê- DAIŞ embara sûtemeniyê teqand
    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Rewş aloztir dibe
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Kurd Hesekê vala dikin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de