12:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Huseyîn Şeyhanlioglû

    Hüseyîn Şeyhanlıoğlu: ‘ Di Rojhilata Navîn de qedera Tirkiye û kurdan bi hev re girêdayiye’

    © Foto: Gulnus Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 112 0 0

    Akademîsyen Hüseyîn Şeyhanlıoğlu dibêje di Rojhilata Navîn de qedera Tirkiyê û kurdan bi hev re girêdayiyê ji bo vê yekê jî divê Tirkiye dest bide kurdan û bi hev re tevbigerin.

    Hüseyîn Şeyhanlıoğlu niqaşên li ser mudaxaleya Suriyeyê nirxand û got ku niha ne mumkine ku Tirkiye li Suriyeyê heremek tampon çê bike. Eger Tirkiye 5 sal berê bixwastana heremek tampon çê bike, wê gavê ev yek mumkin bû, lê niha gelê li Suriyeyê ji hev dû qetiyaye aniha tev ji hev cûda bûne. Şeyhanlıoğlu anî ziman ku Tirkiye nikare tevlî şerê Suriyeyê bibe ji ber ku birayarên dewletên navneteweyî jî lazim e. Ev dewlet jî nawazin ku Tirkiye tevlî şerê Suriyeyê bibe. Li dijî vê yeke ne.

    Şeyhanlıoğlu destnîşan kir ku Tirkiye pêşiya xwe nabîne. Armanca Tirkiye ewe ku sînorên di navbera wan û Suriyeyê nekeve destê PYD. Tirsa wan ew e ku Cerablus bikeve destê PYD e. Tirkiye 20 sal berê ji bo herema Kurdistan digot; ev xetên meyî sor in, em dewleta kurdan naxwazin lê niha di Rojhilata Navîn de muttefiqên Tirkiyeyê yê herî giring herema Kurdistanê ye.

    Şeyhanlıoğlu bi bîr xist ku îro li Suriyeyê kurd qewmekî mezin in. Divê Tirkiye dest bide wan û ji wan re alikarî bike. Tirkiye bi herbê, bi tehdida, bi mirinê nagihije tu ciyekî. Qedera Tirkiyê û ya kurdan bi hev girêdayi ye ku Tirkiye 5 sal berê dema li Suriyeyê şer nû dest pê kir, wê çaxê siyasetek mezin bimeşandina îro Tirkiye dikaribû bi kurdan re hevdîtin pêk bianiya.

    Şeyhanlıoğlu di derbarê rewşa Suriyeyê de peyîvî û got:’’Rewşa Suriye niha ne baş e. Tirkiye jî di vir de bi tenê ye. Îran bi tenê ye. Îro Rusya ji Amerika nêziktirê Rojhilata Navîn e, her kes li gor hesabên dewleta xwe siyaseta xwe dimeşîne. Li gor qenaeta min di siyeseta Rojhilata Navîn de ku Rusya û Çin dest bidin hev, ew ê ji Amerika xurttir bibin. Wê bikaribin Suriyeyê ji vê rewşa xirab xilas bikin.

    Di dawiya axaftina xwe da Şeyhanlıoğlu qala rewşa kurdên Rojava kir û wiha got: ‘’ 13 mezhep li Rojava hene divê sistemek demokratîk li wir bê avakirin. PYD li wir kanton çê kiriye, kanton sistemek ne baş e. Eger Suriye ji Beşar Esad xilas bibe, sistemek nû çê bibe, wê Rojava di hindirê xwe da mistaqîl be. Sistemek nû ji Rojhilata Navin re lazim e. Sistemeka wisa ku kurdan nêzî hev bike lê Tirkiye, Irak, Suriye jî xira neke.’’

    Bi heman mijarî:

    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Rojava - Asayişê kirîn û firotina xaniyan qedexe kir
    Huseyîn Durmaz: ‘Ji bo Rojava piştgirî berdawam dike’
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    18 hezar leşkerên tirk bo `operasyona` li dijî Rojava amadene
    Asayişa Rojava: Firokeyên bêyî firokevan gehiştin dest me
    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Etîketan:
    Herêma Tampon, Rojava, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de