11:06 20 Tebax 2017
Zindî
    Raqqa

    DAIŞ Kurdên Reqayê derdixe

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 8510

    Çekdarên DAIŞê piştî şikestinên xwe yên li hember şervanên kurd, biryar dane ku Kurdan ji bajarê Reqayê derxînin.

    Di dema desthilatdariya xwe de, rêxistina DAIŞê kurdên li bajar û gundewarên devera Girê Spî (Til Ebyed) bi darê zorê koçber kiribûn, piştî kontrolkirina wê devera Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Volkana Ferat û YPGê ve, vê carê DAIŞê dev avêtiye kurdên bajarê Reqayê jî û fermana koçberkirina wan bi zorê derxistiye.

    Kurdekî ji Reqayê yê bi navê Ismet Ibrahîm ku DAIŞê ew bi zorê ji Reqayê derxistiye ji Rûdawê re got ku `DAIŞê biryara derxistina Kurdan derxist û ew li kolan û li mizgeftan belav kir û 72 saet muhlet da wan jibo ji bajêr derkevin`.

    Li gor agahiyan Rûdawê, piştî wê biryara DAIŞê, ew malbatên kurd ên ku hêj li bajarê Reqayê mabûn, ji tirsa jiyana xwe neçar bûn ku ji baêr derkevin û dest ji mulk û mal û xaniyên xwe berdin û piraniya wan jî berê xwe didin kantona Kobanî ku di bin kontrola şervanên kurd de ye.

    Kurdeke din a ji Reqayê ya bi navê Rozelîn Osî ji Rûdawê re got ku `ji me re gotin ku gerek hemû kurd ji bajêr derkevin, em jî ji jiyana xwe û zarokên xwe tirsiyan û em ji bajêr derketin. Em tirsiyan ku DAIŞ serê me jê bikin, ti hêvî bi DAIŞê re tine ye.`

    Herwiha kurdeke din a ji Reqayê, Fatoya Eloyî Hebeşê ku bi neçarî ji tirsa gefên DAIŞê ji xanî û bajarê xwe derketiye û niha koçber bûye û berê xwe daye Kobanî ji Rûdawê re dibêje: `dixwazin hemû Kurdan ji bajrê derxînin da ku dest bi ser mulk û malên wan de bigirin.`

    Bi heman mijarî:

    YPG: Rêya Girê Spî-Reqa hate girtin, 18 gund hatin rizgarkirin
    Riya Reqa û Girê Spî bi temamî ket bin serweriya YPG
    REQA- DAIŞ bazara keçên kurdên êzîdî vekiriye
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de