16:42 23 Tebax 2017
Zindî
    Kobanê

    Penaberên Kobanî tirsiyane: Rojane 400 kes vedigerin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Piştî êrişa vê dawiyê ya DAIŞê li ser Kobanî êdî rojane 400 penaberên Kobanî yên li Bakur vedigerin bajarê xwe.

    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li nêzîkî sînor kampek ji penaberên Kobanî û Roavayê Kurdistanê re hatiye vekirin. Di wê kampê de 26 hezar penaber hene û ew hemû ji Kobanî ne. Ji wan, %95ê kurd û yên din jî ereb in.

    Qayîmeqamê Pirsûsê Abdullah Çîftçî ji Rûdawê re got ku beriya êrişa DAIŞê ya roja 25ê Hezîranê, rojane nêzîkî hezar penaberên Kobanî vedigeriyan mal û bajarê xwe, lê piştî wê êrişî çend rojan vegera penaberan rawestiya.

    Abdullah Çîftçî da zanîn ku niha êdî rojane nêzîkî 400 penaberî vedigerin Kobanî. Her wiha, Çiftçî got ku niha gellek kes dixwazin ji Kobanî derbasî Pirsûsê bibin, lê heger em rê bidin wan, ti kes li Kobanî namîne, ji ber wê jî em tenê kesên nexweş, birîndar û yên pîr derbas dikin.

    Li gorî agahiyên qayîmeqamê Pirsûsê, penaberên Kobanî yên ji bo kar çûne rojavayê Tirkiyê wê payîzê vegerin, ji ber wê jî hejmara penaberan di kampê de wê bibe 35 hezar kes.

    Tirkiye tenê rojên Duşem û Pêncşemê dihêle welatiyên Kobanî û Rojavayê Kurdistanê ji deriyê sînorî yê Murûdpinarê derbas bibin. Lê Kantona Kobanî daxwaz dike jibo her dem derî vekirî be.

    Di êrişa roja 25ê Hezîranê de, bi sedan sivîl û şervan li Kobanî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Brûksel – Konferansa nûavakirina Kobanî dest pê kir
    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî
    Kobanî – 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin 9 jî dîl hatin girtin
    Ocalan Îso: Çekdarên DAIŞê ji Tirkiyeyê derbasî kobanî bûne
    Çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav Kobanî bûne
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Rêxistineke Danîmarkî topên neteqiyayî yên Kobanî kom dike
    Kobanî – Şervanên YPGê derbasî nav wê “wîlayet”a DAIŞê bûn
    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de