06:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    Jay Garner

    Jay Garner: Amerîka divê çekan bide Kurdên Iraq û Suriyê

    © Wikipedia
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6710

    Generalê Amerîkî Jay Garner ku fermandarê berê yê hêzên DYA bû li Iraqê, ji rêvebiriya welatê xwe xwest ku zêdetir piştgiriya Kurdan bike.

    Garner di bangawaziya xwe de got; `Di vê dema dawi de Kurdan isbatkirne ku baştirîn hevpeymanê Amerîkayê ne. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de hêza herî bi ewle ne. Her çend çekên wan jî kêm in, lê karîn serkeftinan li ser hev li hember vê rêxistinê tomar bikin.`

    Garner diyarkir ku bêxemiya Amerîka di vê mijarê de wesa dike ku qurbaniyên Kurdan di şerê li dijî terorê de zêdetir be û got: ”Kurdan nêzîkê 5 hezar cengawerên xwe kirin qurbanî, bi hezar jî birîndar bûn. Dikariya ev qurbaniyên canî kêm jî bibana.”

    Generalê malnîş yê amerîkî rexne li rêvebiriya Washingtonê ji girt ku li ser Bexdayê re çekan dişîne bo Pêşmerge û wiha pêda çû; `Jixwe Bexda naxwaze çekan bide Kurdan.

    Kurdên li Iraqê piştevaniya Amerîka dikin. Ew Iraqa ku me di xeyalên xwe de ava kiribû di rastiyê de Kurdistan e.`

    Garner her weha mînaka êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Xiristiyanan da û pirsî: `Dema Xiristiyan ketin ber êrîşê, bi kîjan alî ve kirin hewar?`

    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan, Bakurê Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de