16:47 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dr. Mihemed Xurşît

    Dr. Mihemed Xurşîd: DAÎŞê bi hêzeke mezin êrîşî Kerkûkê kir

    © Foto: Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 165 0 0

    Hêza pêşmergeyên Kurdistanê bi hevkarîya firokeyên hevpeymanan bersîveke tund ya êrişan da û di demeke zû de tev gund û navçe ji destê terorsîtên DAÎŞ`ê rizgar kirin``.

    Terorîstên  DAÎŞ`ê êrişeke befireh birin ser enîya başûr-rojava ya bajarê Kerkûkê û di encamê de karîn hin pêşdaçûnan bikin û hêza pêşmergeyên Kurdistanê hinekî paş de bînin û çend gundan kontrol bikin. Dr. Mihemed Xurşîd cîgirê berpirsê mekteba sîyasya PDK ê li Kerkûkê ku weku pêşmergeyek beşdarî operasyonên parastina navçeyên Kerkûkê dike xuyakir terorîstên DAÎŞ`ê êrişeka gelekî mezin bire ser herdû enîyên şer li başûr-rojavaya Kerkûkê, lê hêza pêşmergeyên Kurdistanê bersîva wan êrişan bi tundî dan û derbeyên baş li terorsîtan xistin.

    Dr. Mihemed Xurşîd bo Sputnîk Kurdistan ragihand" Terorîstên DAÎŞ`ê ew demek bû xwe amade dikir  ku êrişî ser Kerkûkê bike û ew îrişa di van rojande destpêkirî bi qasî wan êrişa bû ya ku terorstên DAÎŞ`ê bire ser herdû bajarên Mûsil û Rummadî yên Iraqê û karîn kontrol bikin, lê di êrişa xwe ya bo ser Kerkûkê de bi ser neketin.

    Dr. Mihemed Xurşîd her weha  got: ``Terorstên DAÎŞ`ê di destpêka êrişa xwe de karîn hinek pêşda bihên û çend gundan kontrol bikin, lê hêza pêşmergên Kurdistanê bi hevkarîya firokeyên hevpeymanan bersîveke tund ya wan êrişan da û di demeke zû de tev gund û navçe ji destê terorsîtên DAÎŞ`ê rizgar kirin``.

    Sebaret  zirar û zîyanên terorîstan û hêza pêşmerge Dr. Mihemed Xurşîd got: ``Nêzî 35 terorîstan hatîne kuştin û term û kelexên wan di qada şer de liber destê pêşmergeyên mane û hejmareke mezin jî birîndar ketîne, lê mixabin 7 pêşmerge şehîd ketîne û yek jî bi brîndarî ketîye destê terorîstên DAÎŞ`ê û çend jî birîndar bune``.

    Dr. Mihemed Xurşîd her wisa  xuyakir ku tenê hêza pêşmerge bi hevkarîya firokeyên hevpeymanan beşdarî wî şerî bûye û tu rolek Artêşa Iraqê û Heşda şe'bî ya Iraqê di wî  şerî de nebuye. Derbarê  rola eşîr û hêzên ereban ên li wê navçeyê de, Dr. Mihemed Xurşîd ragihand: ``Di wê navçeyê de kurd û ereb bi hevre jîyan dikin, lê cihê daxê ye hin hiz û eşîrên ereban rolekî pir xerap  heye û bi hemû awayekî alîkarîya terorstên DAÎŞ`ê dikin.

    Li dawîyê cîgirê berpirsê mekteba sîyasî ya PDK ê tekez kir ku niha tu metirsyek li ser bajarê Kerkêkê nine, morala hêza pêşmerge bilind e, navçeyê diparêze û tenê yek qeza û çar nahîyeyên ser bi parêzgeha Kerkûkê di bin destên terorîstên DAÎŞ`ê de ne ku piranya xelkê wan ereb û sunne ne.

    Bi heman mijarî:

    Obama: Emê li ser çekdarkirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin
    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Hemwelatiyên biyanî jî dixwazin bibin Pêşmerge
    Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine
    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    Pêşmerge zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim ji destê DAIŞê derxist
    Balyozê Amerîkayê: Li Amerîkayê nerînek yekgirtî bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge heye
    Wezîrê bergiriya Amerîka: divê hemî hêzên Îraqî wek Pêşmerge bin
    Iraq bi redkirina proje yasaya pirçekkirina Pêşmerge `kêfxweş e`
    Alîkarê Serokwezîrê Belçîkayê: Ez şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê pir diecibînim
    Wezîrê Derve yê Belçîka serdana Pêşmerge dike
    Etîketan:
    Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de