03:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hesekê

    Li Hesekê rêjîm gefan li çekdarên DAIŞê dixwe

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 55 0 0

    Çekdarên rêjîmê 4 çekdarên DAIŞê li meydana Serok (ELreîs) kuştine û ew bi dûv otombîlan li kolanên bajar gerandine.

    Ajansa BasNews li ser zimanê çavkaniyek ji nav hêzên rêjîma Sûriyê li Hesekê, Rojavayê Kurdistanê  ragihand ku `fermandarê leşkerî li bajêr lîwa Mihemed Xedûr muhlet daye çekdarên DAIŞê heta nîvê şeva roja Îna bê ji taxên bajar derkevin yan jî ew wê bi rokêtan bên bordûman kirin`.

    Çavkaniya BasNews ku nexwest navê wê bê eşkere kirin got ku `Firokeyên rêjîmê taxên bajarê Hesekê yên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de wek taxên Neşwa û Hola Siporê  bi bermîleyên teqîner bordûman kirin.`

    Di encamê şerê di navbera her du aliyan de li taxên başûrî bajarê Hesekê hejmarek leşkerên rêjîmê hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn, çavkaniya BasNews tekez kir ku hejmarek birîndar û kuştiyan jibo nexweşxana bajêr hatine veguhestin.

    Ji aliyekî din ve û li gor zanyariyên BasNews, hezên rêjîmê 4 çekdarên DAIŞê li meydana Serok li Hesekê kuştin û termê wan bi dûv otombîlan li kolanên bajêr gerandin.

    Ji ber berdewamiya şer û nebûna Nan, Av û keherbê, hejmarek pir mezin ji xelkê bajêr ji malên xwe derketine.

    Bi heman mijarî:

    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    YPG: Li Hesekê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Hesekê- Şer giran e - Rewşa welatiyan pir xerab e
    Rewşa dawî li Hesekê – DAIŞ taxên kurdan dide ber topan
    Bakurê Taxa Ezîziyê ya Hesekê ji çeteyan paqij bû
    Hesekê- DAIŞ embara sûtemeniyê teqand
    Balafir niha li Hesekê li 2 taxan didin
    Hesekê- Rewş aloztir dibe
    Li Hesekê alîgirên rêjîmê tev DAIŞê dibin
    Hesekê- Şer li taxa Neşwe diqewime
    Hesekê – Welatî ji tirsa DAIŞê xaniyên xwe difroşin
    Hesekê – Gefa DAIŞê roj bi roj zêde dibe
    Li Hesekê şer gur dibe
    Li Hesekê û Serê Kaniyê DAIŞ dişke
    Berpirsê asayişê yê Sûriyê ji Hesekê reviya
    Hesekê di nav agir de ye: Li du aliyan şerekî giran derketiye
    DAIŞ êrîşî Hesekê dike
    HESEKÊ- Taqînek çêbû û taxa kurdan tê topbarankirin
    DAIŞ hêza xwe li nêzîk Hesekê kom dike
    Li Kobanê û Hesekê 19 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Balafirên Amerîkayê li nêzîkî Hesekê dan
    Etîketan:
    Sûrîye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de