12:31 25 Mijdar 2017
Zindî
    Şingal

    2 baregehên DAIŞê li nav Şingalê hatin teqandin

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Balafirên şer li nav bajarê Şingalê li çekdarên DAIŞê dan û du baregeh û komek çek û cebilxaneya wan teqandin.

    Yek ji fermandeyên Pêşmerge li Şingalê, Izedîn Seidûn ji Rûdawê re got ku balafirên şer saet 11:30ê şev du caran êrişî baregeh û çeperên DAIŞê yên li nav Şingalê kirin.

    Izedîn Seidûn da zanîn ku di encama wan êrişan de du baregehên DAIŞê wêran bûn û komek çek û cebilxaneya terorîstan jî hatin teqandin.

    Fermandeyê Pêşmerge diyar kir ku di wan êrişan de komek çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin, lê jimara wan ne diyare.

    Bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji par havînê ve di destê çekdarên DAIŞê de ye.

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de