12:22 25 Mijdar 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 114 0 0

    Rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, ti lihevkirinek li ser derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin û got, YPG dikare bi tena xwe Rojava biparêze.

    Kordînasyona kantonên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku ew nûçe û agahiyên di hinek malper û saziyên rojanmevaniyê de li ser lihevkirina rêveberiya xweser û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbasbûna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr hatine belavkirin, derew in.

    Di daxuyaniya kordînasyonê de wisa tê diyarkirin: `Em wek Kordînasyona Meclisên Rêveber ên Sê kantonên Rojava (Cizîr, Kobanî û Efrîn) van agahiyan red dikin û em ji gelê xwe û raya giştî ya kurdî û cîhanî re tekez dikin ku ti tifaqeke bi vî rengî nehatiye kirin. Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û hemû hêzên di bin sîwana wê de, wekî YPG, YPJ, Hêzên Asayîşa Rojava dikarin xak û gelê Roajva biparêzin`.

    Piştî êrişa DAIŞê ya 25ê Hezîranê li ser Kobanî, ENKSê daxwaz kiribû, hêzên Pêşmerge yên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûr dimînin, derbasî Rojava bibin û li kêleka YPGê wê beşa Kurdistanê biparêzin.

    Piştî êrişa vê dawiyê ya Kobanî, ku bi sedan sivîl û şervan tê de şehîd bibûn, fermandeyên Pêşmerge yên li Kobanî şer kirine, gotin ku YPG bi tena serê xwe nikare wê derê biparêze.

    Bi heman mijarî:

    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Rojava - Asayişê kirîn û firotina xaniyan qedexe kir
    Huseyîn Durmaz: ‘Ji bo Rojava piştgirî berdawam dike’
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    Kurdên Êzidî welat bi cî dihêlin û ber bi welatên Rojava koç dikin
    Pêşmergeyên Rojava dixwazin li Rojavayê Kurdistanê şer bikin
    18 hezar leşkerên tirk bo `operasyona` li dijî Rojava amadene
    Asayişa Rojava: Firokeyên bêyî firokevan gehiştin dest me
    Kurdên Rojava di Kongreya Qahîreyê de beşdar in
    Erdogan: ajansên rojava hewldidin welat lawaz û perçe bikin
    Li Rojava 5 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
    Amerîka: Em li DAIŞê nedin wê 4 rojan Rojava kontrol bike
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Qelab: Pêwîst e kurdên Rojava mîna Başûr dewleta xwe avabikin
    Tanka rûsî `Armata` ji dublorên Rojava çêtire
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Rojava wê çekan nede Ûkraynayê
    Rojava diyaloga bi mirovê herî bandordar ê cîhanê red dike
    Partiyên Rojava li ba Barzanî gilî li PYDê kirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de