03:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hewlêr, Kurdistan

    Pere Hewlêr û Bexdayê ji hev dûr dixin

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 32 0 0

    Her çend niha Hewlêr îlankirina serxwebûna Kurdistanê li paş dixe jî, di demeke nêz de wê serxwebûna xwe ya aborî îlan bike û êdî bi Bexdayê re girêdayî namîne.

    Hewlêrê di meha Hezîranê de ji sisîyan du baresteya nefta xwe bi xwe û bêy kompanîya dewleta Iraqê SOMO`yê hinarde kir. Bi Bexdayê re skandal jênerevîn e, lê ew hilbijartineke bi zanebûn e. Ji ber ku Hewlêr ji alîyekê ve şerê li dijî DAÎŞ`ê dimeşîne û ji bo wê yekê hewceyê pereyan e û ji alîyê din ve jî gereke pereyên kompanyayên deranîna neftê ve mijûl dibin razî bike. Hewlêr nikare para xwe ya ji bûtçeya federal bistîne û ji ber wê jî dixwaze serxwebûna xwe ya aborî îlan bike.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevî rêkeftina roja 2`yê Mijdara sala 2014`yan hatî imzakirin jî, demeke dirêj e nikare para xwe ya ji bûtçeya Iraqê bistîne. Her weha bi tevî ku Kurdistanê baresteya deranîna neftê rojane heta 550 hezar bermîlan zêde jî kir, nikarî para xwe ya ji bûtçeya federal a ji alîyê navgînên ji neftê ya bi rîya kompanîya neteweyî ya Iraqê SOMO`yê ve tê tujekirin bistîne.

    Ew yek Hewlêrê neçar dike, ku çalakbûna xwe ya li enîyên şer yên bi dirêjahîya hezar kîlometreyan bide kêmkirin. Ji ber nestandina para ji bûtçeya federal, hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare pêwistîyên pêşmergeyan dabîn bike û miaşên wan razî bike. Her weha karmendên dewletê yên mayîn jî nikarin miaşên xwe bistînin. Ji alîyê din ve DAÎŞ`a ku kêmanîya pereyan nakşîne, bi tevî windahîyên xwe yên şerê bi kurdan re jî, her tim hewl dide herêmên nû bi dest bixe. Kurd jî zîyanên mezin dibînin û ji ber tevgera Bexdayê ya nerazîkirina para wan a ji bûtçeyê, rast bi zehmetîyên mezin tên. Astengîya sereke ya li pêşîya başbûna têkilîyên Hewlêr û Bexdayê jî ew helwesta hikûmeta Iraqê ye.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber wê problemê nikare heqê kompanyayên deranîna neftê ve mijûl dibin razî bike: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan kompanyayan re êdî 3 milyar dolaran deyndar e. Eger kompanya pereyên xwe nestînin û xebatên xwe bidine rawestandin, ewê zîyaneke gelek mezin bigihîne aborîya Herêma Kurdistanê.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî nikare ji kompanyayên neftê daxwaza dirêjkirina maweya deynan bike. Hikûmeta herêmê her tim bi hêvîyên başbûna rewşê, hisabên meha li pêş dike, lê rewşa fînansî  ber bi xerabûnê ve diçe.

    Hêjayê bidestnîşankirinê ye, ku li Herêma Kurdistanê nakokîyên navpartîtîyê jî destpê kirine. Li pêşîyê hilbijartinên gelek giring hene û bi wê yekê ve girêdayî rewş hêj aloztir dibe. Li Kurdistanê helwesta hikûmeta navendî ya Iraqê wek helwesteke bi zanebûn a xerabkirina têkilîyên bi Kurdistanê re dinirxînin û dihesibînin ku hikûmeta federal hisabê wê yekê dike ku li Kurdistanê mirovan derxe kolanan û bi wî awayî rêvebirîya herêmê bide guhertin.

    Rewşa peydabûyî berdawamîya lihevnekirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser serwerîya Kurdistan û parvekirina dahatîyan û her weha têranekirina navgînên bûtçeyê yên Iraqê ne. Hikûmeta federal ji ber daketina buhayê neftê û ji ber xercên mezin ên leşkerî hewl dide hikûmeta kurdistanê sûcdar bike û bahaneya wan jî ew e, ku xwedêgiravî hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe pêk nayne û dibe sedemê peydabûna probleman. Elbet di wê pirsê de sîyaset rola sereke dilîze: Bexda naxwaze ku Hewlêr di şerê bi DAÎŞ`ê re bi ser keve û bibe dewleteke serbixwe ya tenê bi formalîte bi Iraqê ve girêdayî. Ji ber wê yekê, Bexda ne tenê para Kurdistanê ya ji butçeya federal naşîne, lê her weha li pêşîya alîkarîyên leşkerî yên ji DYA û dewletên ereb ên Kendava Farisî yên ji bo kurdan re jî astengîyan saz dike. Eger alîkarîya ji derve rasterast bigihije destê kurdan, wê gelek problemên leşkerî bêne çareserkirin.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber wan sedeman bêy rizagirtina fermî ya Iraqê di meha Hezîranê de firotina nefta bi rîya SOMO`yê da kêmkirin û nefta ji Kurdistanê tê deranîn bi serê xwe hinarde kir. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê Bûrhan Aso di wê derbareyê de wisa got:

    “Kurdistanê bêy Bexdayê dest bi firotina neftê kir. Kurdistanê bi fermî ranegihand, lê dest bi firotina neftê kirî ye. Lê, cirecir wê derkeve ji ber ku Bexda li dijî wê yekê ye. Hemû rojname dinivîsin, ku Bexda vê mehê pereyan naşîne û eger bişîne jî wê ji ya meha borî kêmtir be. Ez wisa difikirim, ku Kurdistan wê serxwebûna xwe ya di warê aborîyê de îlan bike”.

    Di rojên pêş de em ê geşedana wê konflîktê bibînin. Ji ber ku dema transfera pereyên ji bûtçeyê nêz dibe û piştî wê skandal wê gurtir bibe. Her çend niha Hewlêr îlankirina serxwebûna Kurdistanê li paş dixe jî, di demeke nêz de wê serxwebûna xwe ya aborî îlan bike û êdî bi Bexdayê re girêdayî namîne.

    Bi heman mijarî:

    Serpereştiyarê “sereke” yê teqînên Hewlêr û Kerkûkê hat girtin
    Dîcle: Bila Hewlêr kantonên Rojava bi fermî qebûl bike
    Gelo Waşîngton-Enqere-Hewlêr hevpeymaniyeke nû ye?
    Bexda û Hewlêr nêzî hev diibin
    Hikûmet: Pêşmerge şerê DAIŞê dike lê Bexda diçe civînan
    Financial Times: DAIŞ dikare bigihê Bexda
    DAIŞ ber bi Bexda û Felûcê ve diçe
    Bexda televizyoneke kurdî vedike
    Serxwebûna Kurdistanê, Bexda ji Mecaristanê hêris kir
    Li Bexda 4 teqîn rûdan
    Etîketan:
    Neft, Bexda, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de