21:14 24 Mijdar 2017
Zindî
    Îran

    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Îran û Herêma Kurdistanê li ser pevguhertina girtiyan li hev kirin.

    Rêveberê Giştî yê Çaksaziya Civakî li Herêma Kurdistanê, Ehmed Necmedîn ji Rûdawê re got ku îro di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê de rêkeftinek li ser pevguhertina girtiyan tê îmzekirin û da zanîn ku îro tenê wê rêkeftin were îmzekirin û di çend rojên bê de jî wê girtî bên pevguhertin.

    Ehmed Necmedîn diyar kir ku pevguhertina girtiyan li ser daxwaza girtiyan e û ti girtiyek bi zorê nayê pevguhertin.

    Wî rayedarê Herêma Kurdistanê anî ziman ku 159 girtiyên îranî li Başûrê Kurdistanê hene.

    Li ser hejmara girtiyên Başûr li Îranê jî Ehmed Necmedîn got ku heta niha tenê du malbatên Başûrî ji me re ragihandine ku girtiyên wan li Îranê hene.

    Beriya niha her du hikûmetên Îran û Iraqê li ser pevguhertina girtiyên xwe rêkeftinek îmze kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de