14:20 24 Mijdar 2017
Zindî
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Nêçîrvan Barzanî: Meseleya serokatiyê tenê meseleya PDKê nîne

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Şanda PDKê bi rayedarên Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) re li ser mijara serokatiya Barzanî û çawaniya hilbijartina serok civiya. PDK dibêje, meseleya serokatiyê ne tenê xema PDKê ye.

    Îro danê sibê şanda PDKê bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Emîrê Komelê Elî Bapîr û rayedarên din ên Komelê re hevdîtin kir.

    Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr rojnemevan bi naveroka civînê agahdarkirin. 

    Elî Bapîr li ser çawaniya çareserkirina kirîza serokatiyê got ku ev arîşe divê bi rêya lihevhevkirnê çareser bibe.

    Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve got ku me di civînê de bi awayekî pir eşkere gotûbêj kir û me li ser mijarên Destûr û serokatiyê jî nêrînên xwe anîn ziman.

    Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê diyar kir ku divê arîşe bi rêya diyalog û lihevhevkirnê bên çareserkirin. Her wiha Nêçîrvan got ku ev mesele tenê ne meseleya PDKê tenê ye, çimkî hemû aliyên siyasî divê li hev kom bibin û vê yekê çareser bikin.

    Şanda PDKê duh li Silêmaniyê jî bi nûnerên YNK, Gorran, Yekgirtûya Îslamî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê re hevdîtin kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de