04:59 23 Mijdar 2017
Zindî
    Endamên hêzên pêşmerge li eniya Xazirê

    Agahiyên nû li ser şerê Kerkûkê

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Hat zanîn ku şeva borî li başûrê Kerkûkê 3 Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd bûne û 10 Pêşmerge jî birîndar bûne.

    Şeva borî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê êrişek berfireh li dijî hêzên Pêşmerge pêk anîn, lê êrişa wan hat şikandin.

    Fermandeyê Pêşmerge li eniya 4 a başûrê Kerkûkê, Westa Resûl ji Rûdawê reragihand  ku êrişa şeva borî ya DAIŞê hat şikandin û bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

    Her wiha, Westa Resûl da zanîn ku di wî şerî de sê Pêşmerge jî şehîd bûn û 10 Pêşmerge jî birîndar bûn.

    Westa got ku DAIŞê ji 6 aliyan ve êriş kiribû,  lê ji ber ku agahiyên wan ji êrişa DAIŞê hebû, karîn bi alîkariya balafirên şer êrişa DAIŞê bişkênin.

    Li gorî agahiyên Westa Resûl, çekdarên DAIŞê gundê Murre yê Kerkûkê girtibûn, lê îro danê sibê dîsa ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat vegerandin. Resûl got, şerê ku şeva borî qewimî, 35 km dûrî bajarê Kerkûkê bû.

    Li gorî zanyariyên Rûdawê,14 kuştiyên DAIŞê li erdê mabûn û balafirên şer jî 11 çekdarên DAIŞê yên xwestibûn ji gundê Murre birevin, kuştibûn.

    Wek Rûdaw radighîne, li gundê Murre, çend malbatên ereb hebûn û hêzên Pêşmerge ji wan xwestibûn jibo gund vala bikin, ji ber wê jî gûman heyeku wan malbatên ereb di êrişa şeva borî de alîkariya DAIŞê kiribin. Lê piştî şerê şeva borî ew malbatên ereb gund vala kirin û çûn gundê Ebû Seyf ê di destê DAIŞê de.

    Bi heman mijarî:

    KERKÛK- Serokê Şîrketa Petrola Bakur hat kuştin
    Kerkûk – ‘Civîna qederê’ dest pê kir
    Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke
    Kerkûk – Komek çekdarên DAIŞê hatin girtin
    Kerkûk – 20 pêşmergeyên amerîkî şerê DAIŞê dikin
    Kerkûk- Hêzên Pêşmerge armanca xwe bi cîh anîn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de