03:55 21 Mijdar 2017
Zindî
    Kurdistan

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin

    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 1710

    Milmilan û şerenîxa sîyasî ya di nêvbera partî û alîyên sîyasî de li Herêma Kurdistanê liser pirsa Destûr û Yasa Serokatîya Herêmê û Yasaya hilbijartina, rojevekî germ e.

    Helbet milmilana sîyasî kartêkirin li ser rolaTurkman û Mesîhan jî kirîye û nunerên wan herdû netewe û olan di parlamentoya Kurdistanê de nêrîn û boçunên xwe hene sebaret bi van mijar û pirsgirêkan.
    Di pres-konfranseke rojnamevanî de piranîya perlemantarên neteweya turkmanî û ola mesîhî ku ji aşûrî û kildan, ermen û sirîsyanan pêk hatîne daxuyanîyek nivîskî weşandin û tê de nerazîbuna xwe li hember guhertina yasaya hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê  derbirîn.

    Muna Qehweçî seroka firaksîyona pêşketinxwaz a Turkmanî xuyakir parlamenterênTurkman û Mesîhîyan daxuyanîyek nivîskî arasteyê serokatîya Herêmê û serokatîya Parlametoya Kurdistanê kirine û tê de xwestîye kuTurkman û Mesîhî li Herêma Kurdistanê sîstema kota ji bo hilbijartinên giştî dixazin.

    Herweha seroka firaksyona pêşketinxwaza Turkmanî bo Sputnîk Kurdistanê ragehand" Hewlek di nav Parlamentoya Kurdistanê de heye ji bo guherîna yasaya giştî ya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û nehêlana sîtema kota bo kêmnetewe û olan, ji ber wê yekê nunerênTurkman û Mesîhyan daxuyanîyek weku nerazîbun arasteyê  serokatîya Herêmê û serokatîya Parlametoya Kurdistanê kirye.
    Qehweçî ew yek jî got: Eger sîstema kota di nav wê yasayê de nemîne, namzedênTurkman û Mesîhyan pir zehmet bikarin dengên pêwîst bidest bînin û bibin parlameter, ji ber ku li wê demê pêwîst dike her namzedeke Turkman yan Mesîhî heman dengên namzendên kurd bidest bîne ta bigehe parlametoyê û bibe parlameter. Ew yek jî bi nêrîna me sîtemeke li kêmnetewe û olan dihê kirin û bêpar dibin ji nunerên xwe di parlametoya Kurdistanê de, ku eve jî li dijî pirensîpên demokratîkbûnê ye.

    Her wisa got: Sîstema kota ya niha di yasaya helbijartinên giştî de cih girtîye bo netewaTurkman 5 kursî û bo netewên aşûrî û kildan û siryan jî 5 kursî ligel kursîyek bo netewa ermen terxankirîye, namzedên van netewan li gel hevdu pêşbirkê diken liser bidestxistina wan 11 kursîyan.
    Li dawîyê Qehweçî xuyakir ” Bi bawerîya me Tevgera Goran li gel YNK ê dixwazin sîstema kota di yasaya hilbijartinan de raken û PDK û hin alîyên din jî piştgîrîya daxwazy me diken ku sîtema kota berdewam be di nav yasaya giştî ya helbijartinan de li Herêma Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Kurdistan nabe beşek ji milmilaniya taîfî
    Barzanî Hilbijartin Çareserî
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Barzanî: Heger aliyên siyasî lihev nekin, hingê ezê jî helwêsta xwe rabigihînim
    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Kosret Resûl dê bi Barzanî re bicive
    Serokwezîr Barzanî: Em dikarin bi serê xwe petrola xwe bifroşin
    Komîsyona Hilbijartinan fermana Barzanî red kir
    Barzanî ber bi Kuwêyt û Îmarat ve bi rê ket
    Barzanî dema hilbijartinê diyar kir
    Etîketan:
    Hilbijartin, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de